Li Bangladeş cenazeyê 761 kesan ji bin avahiyekê hatin derxistin

Dekka (Rûdaw/Ajans) - Di encama hilweşîna atolyeya tekstîl a li Bangladeşê de hêjmara cenazeyên hatine derxistin gihişt 761an.

Berî du heftiyan li paytexta Bangladeş Dekkayê avahiyeke atolyeya tekstîlê hilweşiya û piraniya karmend û rêveberên tekstîlê di bin de man.

Li gor daxuyaniya polîsan, di encama lêkolînên rizgarkirinê de bi derxistina 50 termên din, hêjmara miriyan gihişt 761 kesî.

Li aliyê de kesên di encama hilweşîna avahiyê de jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne, miaş tê dayîna malbatên wan.

Avahiya bi navê Rana Plaza roja 24ê Nîsanê hilweşiya bû. Zêdetirî 3 hezar karker li wir kar dikirin.

Tê texmîn kirin ku hê di bin xirbeyên avahiyê de term hene.