Tiflîs (Rûdaw) – Li Tiflîsa paytexta Gurcistanê Komeleya Kurdên Gurcistanê Ronahiyê bi hevkariya Konfederasyona Revenda Kurdistanî pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.
Hefteya yekem a meha Nîsanê bi dawî bû û dora hilkirina agirê Newrozê gihiştiye Gurcistanê.
Hola şahiyê bi alayên Kurdistan û Gurcistanê hatiye xemilandin.
Pîrozbahiyê bi xwendina peyama Serok Barzanî dest pê kir.
Serpereştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî “silavên germ ên Serok Barzanî” gihand beşdarên pîrozbaiyê.
Şahî, bi zengîniya bernameya hunerî û bi bikaranîna teknîkên dîjîtal mêvan û temaşevanan heyîrî dihêle.
Hunermend Ando Çolderguşî anî ziman:
“Bajarê me her sal Newrozê pîroz dike. Dengbêj û hunermendên me ji Ewropa û Kurdistanê hatine. Gelekî xweş derbas bû.”
Pastorê Kurdên Xirîstiyan ên Gurcistanê Rêzo Fêroyî da zanîn:
“Ez wekî Kurdekî Xirîstiyan hatime Cejna Newrozê pîroz bikim. Li hemû Kurd û Kurdistanê pîroz dikim.
Bila sala aştiyê, yekîtiyê û tifaqê be.
Bila miletê me yê Kurd her tim bi hev re aşt û şad be.”
Şahiya Newrozê ji aliyê Komeleya Kurdên Gurcistanê Ronahiyê bi hevkariya Konfederasyona Revenda Kurdistanî hatiye sazkirin.
Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê Ronahiyê Zaza Keleşov jî got:
“Em Newrozê pîroz dikin, ji bo qîmetekî gelekî mezin e.”
Amadebûna nûnerên Kurdên ji Kazaxistan, Azerbaycan, Ermenistan û Rûsyayê her wiha hunermendên ji Kurdistanê avhewaya şahiyê germtir dike.
Hunermendê ji Bakurê Kurdistanê Devrîm Yilmaz got, “Ez gelekî kêfxweş bûm ji mêvandariya wan, ji Newroza wan û pîrozkirina wan.”
Hunermendê ji Bakurê Kurdistanê Mîkaîl Gullu jî anî ziman, “Min îro miletê xwe dît, ez gelekî kêfxweş im.”
Pîrozbahî bi coş û xiroş heta derengiya şevê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse