Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce, derbarê helwesta îdareya Trump a li hemberî hikûmeta nû ya Sûriyeyê got ku Washington hêvî dike ku rayedarên nû yên Şamê gavên zêdetir biavêjin.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di civîna rojnamegeriyê de civîna Amerîka û Îranê û gavên dawî yên desthilata nû ya Sûriyeyê pirsên nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde bersivandin.
Tammy Bruceyê li ser civîna Amerîka û Îranê got: "Uman mêvandariya wê civînê dike û Witkoff ê Şandeyê Taybet dê li wir be."
Tammy Bruceyê diyar kir ku ew tiştê ku tê kirin "civîn" e, ne danûstandin û wiha pê de çû:
"Em pabendê dîplomasiyê ne. Serok Trump behsa wê yekê kiriye ku dixwaze bi Îranê re bigihîje rêkeftinekê û niha jî vedigere ser Îranê ku ew dê çi bikin. Eger rêkeftin nexwazin, dê gelekî gelekî xerab be ji bo wan."
Her derbarê civîna roja şemiyê ya li Umanê de, Berdevkê Koşka Spî Caroline Leavittê ji rojnamegeran re ragihand:
"Dema ku tê ser mijara gotûbêja roja şemiyê, ez li pêş Serok nakevim. Serok ragihand, roja şemiyê gotûbêjên rasterast bi Îranê re dest pê dikin.
Ez ji ber sedemên ewlehiyê agahiyên zêdetir li vir eşkere nakim.
Dema ku mijar tê ser Îranê, Serok sizayên giran li ser rejîma Îranê ferz kirine, her wiha ew yek ji Îranê re zelal kiriye ku dikarin rêkeftinekê pêk bînin an jî dê bacê bidin.
Serok duh ragihand, eger rêya dîplomasî û rêkeftinê neşopînin, dê encameke xerab hebe."
Derbarê biryarên van dawiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê û helwesta îdareya Trump a li hemberî rayedarên Sûriyeyê de, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê wiha anî zimê:
"Em hêvî dikin ku Hikûmeta Sûriyeyê pabendî yasaya mafên mirovan û yasayên giştî be, wekî hikûmeteke hêja.
Ew biryarên ku em didin, ne neasayî ne. Wan di van dawiyê de hikûmet ava kir an jî bila em bibêjin avakirina şêwirmendiyê bû ku dibe ku çendîn kom li Sûriyeyê tê de beşdar bin.
Lê divê karên zêdetir bên kirin ku heta niha nehatine kirin û em çavnêrî ne ku em kiryarên zêdetir bibînin.
Bê guman hêvî hene ku hîn ew negihiştine wê astê û em jî li bendê ne ka dê çi bikin."
Li ser pirsekê ku eger hikûmeta nû ya Sûriyê li ser sozên xwe nemîne, zextên hikûmeta Amerîkayê dê çi bin, Bruce ji Diyarî Kurdî re got:
"Rastî ew e ku zext ew in ka gelo welatek dixwaze ji aliyê welatên din û ji aliyê cîhanê ve bê qebûlkirin an na."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse