Washington: Nûnerên Kurd dê beşdarî civînên Komîteya Bilind a Hevahengiyê bibin

08-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Matthew Miller Herêma Kurdistanê Civînên Komîteya Bilind a Hevahengiyê ya Amerîka-Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku nûnerên Herêma Kurdistanê dê beşdarî civînên Komîteya Bilind a Hevahengiyê ya Amerîka-Îraqê bibin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, di civîna xwe ya bi rojnamegeran de bersiv da pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

Matthew Miller diyar kir ku Amerîka di çarçoveya Îraqake federal û aram de piştevaniya Herêma Kurdistaneke bihêz û berxwedêr dike.

Miller bal kişand ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got:

“Em hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem Hikûmeta Îraqê han didin ku hewlên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan du qatan zêde bikin.”

Biryar e Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja 15ê Nîsana 2024an biçe Amerîkayê û li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.

Mijara sereke ya civîna Sûdanî û Biden dê pêwendiyên Amerîka û Îraqê û gefên terorîstan û pirsgirêkên navçeyî bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst