Lara Scarpitta: Nabe li Sûriyê demografî were guhertin

08-04-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsa Dosya Sûriyê di Yekîtiya Ewropayê de Lara Scarpitta ragihand ku ew qebul nakin guhertina demografî li ti devereke Sûriyê çê bibe.

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Bereya Aştî û Azadiyê ligel Berpirsa Dosya Sûriyê di Yekîtiya Ewropayê de Lara Scarpitta civiya.

Di civînê de ku endamên Ofîsa Pêwendiyên Derve ya wê bereyê Hewas Egîd, Siyamend Haco, Emîr Dendel û Corc Kuriyê beşdar bûn, behsa helwesta Yekîtiya Ewropa di derbarê rewşa aborî li Sûriyê û bi taybet belavbûna Corona û bandora wê li ser jiyana xelkê hate kirin.

Berpirsa Doseya Sûriyê di Yekîtiya Ewropa de Lara Scarpitta tekezî li ser bicîkirina biryara 22.54 ya Encûmena Asayişa Navdewletî kir û got, ew qebul nakin guhertina demografî li ti devereke Sûriyê çê bibe.

Orgenîzetorê Pêwendiyên Derve yên Bereya Aştî û Azadiyê Hewas Egîd jî beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî hevdîtinê axivî.

Hewas Egîd got: “Me li ser gelek mijaran danûstandin ligel Yekîtiya Ewropayê re kirin. Herwiha berî wê danûstandinên me ligel Amerîkayê jî çêbûn. Me rewşa li Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û yên li deverên din ên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêjkirin. Li sûriyê guhertina demografîk yek ji mijarên herî metirsîdar e. Gelek sedemên wê hene, divê weke karê yekem ew sedem bêne zanîn û duyem jî kar ji bo rakirina wan sedeman bê kirin.”

Hewas Egîd diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê li dijî hebûna Tirkiyê li navçeyên Kurdî û temamê Sûriyê ye û got: “Welatên Ewropa ligel wê yekê ne ku Diyaloga Kurdî-Kurdî pêşbikevin.

Bereya Aştî û Azadiyê ji ENKSê, Teyar El Xed, rêxistina aşûrî û Encûmena Erebî li Cezîrê û Firatê pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst