Amerîkayê Supaya Pasdaran a Îranê xiste nav lîsteya terorê

Hewlêr (Rûdaw) – Di berdewamiya siyaseta nû ya bo zêdekirina guvaşên ser Îranê, Amerîkayê îro Duşemiyê bi fermî Supaya Pasdaran a Îranê û şaxeya wê ya bo derveyê sînor Supaya Quds xiste nav lîsteya terorê.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro Duşemiyê li Waşingtonê di konferanseke rojnamevanî de ev biryar aşkere kir û ragihand, bi fermî nasandina Supaya Pasdaran û şaxeya wê Supaya Quds bersiveke rasterast e ji bo rejîmeke deryasayî û nabe ku ti kes surprîz bibe.

 

Pompeo herwiha da xuyakirin, “ev pêngav ji bo rêgirtin ji Îranê û şiyana wê ji bo belavkirina alozî û mirinê li seranserê cîhanê ye.”

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di axavtina xwe de, Supaya Pasdaran a Îranê bi “desthebûna di çalakiyên terorîstî de” tometbar kir û got, ev yek di demekê de ku xwe weke “rêxistineke leşkerî ya rewa” dibîne.

 

Mike Pompeo tekez kir ku ev pêngava sade tenê “ji bo naskirina realîteyeke bingehîn e.”

 


Çend xûlekan berî axavtina pompeo, Serokê Amerîkayê Doanld Trump bi rêya beyannameyekê ku ji Koşka Spî hate belavkirin, siyaseta nû ya Amerîkayê li hember Îranê û Supaya Pasdaran aşkere kir.

 

Trump di vê beyannameyê de got: “Îro, ez bi fermî plana hikûmeta xwe ji bo diyarkirina Supaya Padsarên Şoreşa Îslamiya Îranê (IRGC), herwiha Hêza Quds, weke rêxistineke terorîstî ya biyanî, li gor maddeya 219 a Yasaya Koç û Regeznameyê radigihînim.”

 

Trump herwiha dibêje: “Ev pêngava bêmînak vê rastiyê derdixe ku Îran tenê sponsor û piştevanê terorîzmê nîne, belku Supaya Pasdaran bi awayekê çalak beşdarî di peredan û hevkarîkirina terorîzmê de dike.”

 

Serokê Amerîkayê ragihand: “Supaya Pasdaran a Îranê amrazeke esasî ya hikûmeta Îranê bo arastekirin û cîbicîkirina êrîşên terorîstî yên cîhanî ye.”

 

Ev pênagava hikûmeta Amerîkayê, li cîhanê bêmînak e û herwiha di dîroka Amerîkayê de heta niha tiştek wisa nebûye ku hêzên niştimanî yên welatekê bikevne nav lîsteya terorîstî û weke terorîst bêne nasandin.

 

Ew amadekarî beşek ji wan guhertinan e, ku Amerîka li Rojhilata Navîn di siyaseta xwe de encam dide.

 

Tê çaverêkirin ku biryara Amerîkayê, bibe sedema encam û bertekên berfireh û bandorê li staf û serbazên Amerîakyê yên li Rojhilata Navîn û navçeyên din bike.