Serokê ‘terîqeta birçîbûnê’ ji ber kuştina 191 zarokan tê darizandin

08-03-2024
Nîşan Terîqeta Birçîbûnê Paul Mackenzie Kenya Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kenyayê, Paul Mackenzieyê serokê ‘terîqeta birçîbûnê’ ji ber kuştina 191 zarokan tê darizandin.

Paul Mackenzie û 29 gumanbar li Dadgeha Bilind a Malindiyê derketin pêşberî dadwer.

Li gorî medyaya xwecihî, parêzerên wî gotiye Mackenzie bê tawan e û ti bingeha van dosyeyan nîne.

Dozger Victor Mule da zanîn ku di destên wan de delîl hene û gumanbar cezayê mirinê heq dikin.

Tê pêşbînîkirin ku Dadgeha Bilind a Malindiyê biryara xwe 17ê Gulanê eşkere bike.

Dadgehê meha borî ji ber tawanên wekî “teror, kuştina biqest û şkence”yê Paul Mackenzie û 29 gumanbar bi tohmeta kuştina 191 zarokan û gelek kesên din bi “mirovkujiyê” tawanbar kiribûn.

Doza kuştina zarokan ji dozên din hatibû cudakirin û Paul Mackenzie sûcê kuştina zarokan red kiribû.

429 term hatibûn derxistin

Keşeyê Dêra Good News Internationalê Nîsana 2023yan li ser Paul Mackenzie lêpirsin dabû destpêkirin.

Li gorî agahiyan, Paul Mackenzie ji kesên li dêrê re gotiye, “Hûn dê bi rêya birçîmayînê bigihin Îsa Mesîh” û bûye sedema mirina gelek kesan.

Ji Daristana Shakaholayê ya ku dêr di nav de ye 429 term hatibûn derxistin ku 191 term ji wan ên zarokan bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst