Serokê Kubayê: Rûsya li beramber guşarên rojava bêdeng nabe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Kubayê ragihand ku Rûsya berdewam di jêr guşara Amerîka û NATOyê de ye û ew welat gihandine keviya krîzê.

Serokê Kubayê Miguel Diaz-Canel diyar kir, operasyoneke serbazî û aborî ya Amerîka û NATOyê li dijî Rûsyayê heye û got,  got: “Her kesek di wê baweriyê de be Rûsya li beramber wê êrîşa serbazî û aborî ya ku bo ser wê tê kirin, bêdeng dibe, ew şaş e. Operasyoneke serbazî Rûsyaya Federal dorpêç kiriye, bi dehên salan e operasyoneke serbazî ya Amerîkî berdewam hebûye bo berfirehkirina serdestiya xwe ya li ser welatên rojhilatê Ewropayê. Ew jî bi rêya berfirehkirina NATOyê ber bo rojhilat ve.”

Miguel Diaz-Canel diyar kir, “Welatên NATOyê Rûsya gihandine keviya krîzê, berdewam guşara aborî û darayî dixin ser, ew cezayên aborî dixin ser wan welatan jî ku bixwazin krîzê çareser bikin.”

Diaz-Canel da xuyakirin, Emperyalîzma cîhanî berdewam neftê bi agir dadike, bo wê armancê jî welatên Ewropayê wek meydana şer bikar tîne.”

Serokê Kubayê destnîşan jî kir, ew di hemû rewşekê de berevaniyê li aştiyê dikin û dijî bikaranîna hêzê ne li beramber welatan û got, “Em welatekî biçûk in lê baştir ji hemû welatekî din wê yekê fam dikin.”

Kuba û Venezuella du welat in li Amerîkaya Başûr ku hevpeymanên Rûsyaya Federal in û Moskow berdewam hevkariya siyasî û aborî pêşkêşî wan herdû welatan dike.

Kuba ji sala 1959an ve ji aliyê Partiya Komunîst a wî welatî vet ê birêvebirin û ji wê demê ve Amerîkayê cezayên giran ên aborî danîne ser.