Zarokekî Sûrî bi tena serê xwe ji Ukrayna koçberî Slovakyayê bû

08-03-2022
Hisên Omer
Zarokekî Sûrî bi tena serê xwe ji Ukrayna koçberî Slovakyayê bû
Zarokekî Sûrî bi tena serê xwe ji Ukrayna koçberî Slovakyayê bû
Nîşan Zarokê Sûrî Ukrayna Slovakya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî Sûrî yê 13 salî ji bo ku ji êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê bê rizgarkirin, dayika wî ew li trênekê siwar dike û bi tena serê xwe ji bo Slovakyayê dişîne.

Piştî geşteke 4 rojan, rêwiyê biçûk ê bi navê Hesen gihişte cem birayê xwe yê ku li Slovakyayê xwendekar e.

Zarokê penaber Hesen dibêje "Navê min Hesen e, 11 salî me. 2 xwîşk û 3 birayên min hene. Ez ji Sûriyê me."

Bavê Hesen xelkê Sûriyê bûye, ew li gel dayika xwe li Zaporijiya li Ukraynayê dijîn û di jêr êrîşa artêşa Rûsyayê de ne.

Dayika Hesen ew li trênekê siwar kir û bilêta wî xist nav pasporta wî, nemreyeke telefonê jî li ser destê wî nivîsand. Xwestibû wî bişîne Slovakyayê ku birayê wî li wir xwendekar e. Piştî 4 rojan gihişte cihekî aram.

Zekeriya Birayê Hesen got "Em ditirsiyan, tu dizanî, dibe ku her tişt li ser rê biqewime."

Di rê de, xwebexşa Çekî, Vendula Hyblova, li wî zarokî xwedî derket û li şifêrekî cihê baweriya geriya da wî bighîne meqseda wî.

Xwebexş Vandula Hyblova ragihand "Me pêwendî bi kê re kir …. Wekî hemû caran, birêz Anêzka ku bi me ve hat, ew bi xwe çend zarokên wê hene. Wekî jin, pir xemxur bû. Me dixwest piştrast bin ku ev zarok di destekî cihê baweriyê de ye. Tiştekî nayê bawerkirin.  Çawa zarokekî biçûk hewqasî biceger be. Ji tiştekî neditirsiya. Ew tenê hat û her tişt wekî heyî girt. Ji me bicesarettir bû."

Hesen gihişte birayê xwe yê li Slovakyayê. Êdî herdu bira dê di beşa navxweyî ya zanîngehê de ligel hev bijîn.

Zanîngehê ev derfet ji wan re peyda kir. Hesen êdî wekî penaber dê were wergirtin.

Pizîşka derûnnas a serperştiyar koment li ser biryara malbata Hesen kir.

Pizîşka Derûnnas Judita Malik diyar kir "Nameya malbata wî ew bû ku biçe û xwe rizgar bike. Ji ber ku tu ji bo me girîng î û şansê te heye tu rizgar bibî. Malbata wî dizanî eger ew li wir bimîne, dê ew şansê ku niha bo wî heye dê tunebe."

Çîroka gihiştina Hesen bo cihekî aram gelek dil şad kirin, lê herî bêhitir dilê dayika wî xweş kir.

Julia Volodymyrivna dayika Hesen dibêje "Ez dixwazim ji dil spasiya hemû karmend û xwebexşên Silovakî bikim ku li kurê min xwedî derketin. Li tenişt bajarokê min agir bi santrala atomî ket ku Rûsan teqe lê dikir. Min nikarîbû dest ji dayika xwe berdim ku nikare bi tenê bimeşe. Lewma min kurê xwe li trênekê siwar kir û ber bi sînorên Silovakiya şand. Li wir bi dilekî fireh hat pêşwazîkirin. Rica dikim hûn zarokên me yên Ukraynî rizgar bikin û ewlehiya wan biparêzin."

Hesen ku li ber çavê Slovakiyan wekî leheng tê dîtin, bi cihê nû yê jiyana xwe dilxweş e.

Zarokê penaber Hesen got "Belê. Ev der pir ciwan e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst