Çima Donbas ji Ukraynayê cuda dibe?

Donetsk (Rûdaw) - Du parêzgehên li rojhilata Ukraynayê; Donetsk û Lugansk, ku piraniya şêniyan wan Rûs in û weke Donbas tên naskirin, sala 2014 bi riya referendûmê serxwebûna xwe ragihandin. Hinceta vê pêngavê ew bu ku desthilata Ukraynayê di encamê xwepêşandanên demdirêj de hilweşîiya, û hikumeta nû zimanê Ukrayînî weke yekane zimanê fermî ragihand û endamtiya xwe ya bo Yekîtiya Ewropa û NATOyê weke  stratejî denstnîşan kir.

Rûdawê nerîna xelkê Donetskê di derbarê sedema cudaxwazya wan da wergirt.

Mamosteya Zankoyê Valentina Ivanona: “Ez qet poşman nînim ku me referendum kir û serxwebûna xwe ragihand. Divê em şer bikin û serxwebûna xwe biparêzin. Em ne dijî Ûkraynayê ne. Dayika min Ûkrayînî, bavê min Rûs e. Em miletek in. Lê Amerîka vî şerî derxist. Her kes baş dizane.”

Firoşyar Oksana Petrova: “Ez bi Rûsyayê re me. Min di referendumê de dengê xwe da, ji bo ku Donbas bibe beşekî Rûsyayê. Em dixwazin tevaya erdên Donbasê werbigrin û li gel Luganskê tevli Rûsyayê bibin. Û bila Ûkrayna jî bi riya xwe re, ber bi rojava biçe.”

Mamosta Yuliya Anatolyevna: “Di maweya 8 salan de wateya serxwebûnê çendîn car ji bo min hat guhertin. Lê vê gavê ji bo min serxwebûn Azadî ye. Azadî! Dema ku heşt sal tu nikarî ji bajarê xwe derkevî, ji bo mirov derfeta çûyîna dereve pir  giring dibe, û weke psîkolojî, tê wateya azadiyê.”

Piştî referendûna serxwebûnê Artêşa Ukrayînî nîvê zêdetir herêma Donbasê kontrol kir. Bi destwerdana Rûsya û bi navbeynkariya Ewropayê agirbest hat ragihandin û her du alî lihev kirin ku Donbas bi statuyeke taybet di nava Ukraynayê de bimîne. Lê Ukrayna wê statuyê neda.  24 Sibatê sala 2022ê Rûsya bi hinceta parastina Donbasê artêşa xwe ajot erdê Ukraynayê.

Xanenîşîn Tatyana Vasilyevna: “Niha li wî  alî li ser me gazincan dikin, dibêjin em xirabin, nizanim çawa ne… Em dibêjin, gelo guneha me çiye? Em dixwazin di aştiyê de bijîn. Belê, me dengê xwe da ji bo ku di nava Rûsyayê de bijîn.”

Mîmar Viktoriya Tîtova: “Referendûm pir giring bû û encamên wê jî diviya bû wisa baya. Ez pir bawerim ku di dahatû de her tişt dê baş be. Di serî de divê aştî hebe û asmaneke şîn û vekirî li ser serê her kesî hebe.”

Hejmaryar Elena Vîktorovna: “Emê wek Donbas, dê pir pêş ve biçin. Tenê hinek dem pêwîste. Dema ku tevaya erdê Donetskê bibe yek, emê hîn baştir bijîn. Ez pir pê bawerim. Bi Ûkraynayê re ne mumkun e. NA! Ev yek êdî qet ne mumkune. Ewqas xortên me giyana xwe dane. Her roj çavê me tije bi hêssirin. Bi Ûkrayna re êdî ne mumkune, qet!”