Ji sibê ve li Efxanistanê dê 2 serokomar hebin

08-03-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Efxanistan Eşref Xenî Ebdullah Ebdullah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên serokomariya Efxanistanê, nakokî û aloziyên li wî welatî ber bi qeyraneke mezin ve pêl avêtine û herdu namzedên sereke yên hilbijartinan, xwe wek serkevtiyê hilbijartinan û serokomarê nû yê welatî dihesibînin û biryar e sibe du merasimên cuda yên sondxwarina serokomarê nû li wî welatî birêve biçe.

Hilbijartinên serokomariya Efxanistanê çend meh berî niha hatibû encamdan lê belê ragihandina encamên wê hatibû paşxistin, heta ku heftiya bihorî Komîsyona Bilind a Hilbijartinên wî welatî encamên dawî û fermî aşkere kir, ku li gor wan encaman, serokomarê niha Eşref Xenî bi bidestxistina zêdetir ji % 51 dengan wek serkevtiyê hilbijartinan hat ragihandin.

Lê belê namzedê din ê posta serkomariya Efxanistanê, Ebdullah Ebdullah ku li gor komîsyona hilbijartinên wî welatî % 40 dengan di hilbijartinan de bidestxistiye, encamên hilbijartinan red kiriye û xwe wek serkevtiyê hilbijartinan dihesibîne û ragihandiye, ku ew dê wek serokomarê nû yê Efxanistanê dest bi kar bibe.

Ebdullah Ebdullah ku siyasetvanekî bi nav û deng ê Efxanistanê û ji kesayetên Eniya Hevgirtî ya Bakur a berê ye, komîsyona hilbijartinan a Efxanistanê bi gendeliyê û guhertina encamên hilbijartinan tometbar kiriye û tekez kiriye, ew vê carê wê yekê qebûl nakin.

Li gor zanyariyan, tevî ku Amerîka û hin aliyên din bo navbeynkariyê ketine tevgerê, lê belê nakokiyên Ebdullah Ebdullah û Eşref Xenî berdewam in û ti çareseriyek bo wê qeyranê nehatiye dîtin.

Biryar bû merasima sondxwarin û destbikarbûna serokomarê nû yê Efxanistanê 9 roj berî nihadi 28ê Sibatê de bihatiba encamdan, lê belê li ser daxwaza Amerîkayê û ew merasim bo dema piştî îmzekirina rêkevtina Amerîka û Talibanê hatibû paşxistin.

Bi berdewambûna nakokiyan û çaresernebûna pirsgirêkê, niha herdu rikeber dixwazin bi awayekê cuda ji hev merasimên sondxwarin û destbikarbûnê wek serokomarê nû saz bikin.

Eşref Xenî ku ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve wek serkevtiyê hilbijartinan hatiye ragihandine, mêvanên xwe bangî merasimekê kiriye, ku biryar e sibe Duşemê 9ê Adarê saet 08:30 li Koşka Serokomariyê birêve biçe.

Li aliyekê din Ebdullah Ebdullah jî mêvanên xwe bangî merasimeke hevşêwe kiriye, ku ev merasim jî dê sibe saet 09:00 li Kabula paytexta Efxanistanê bihê lidarxistin.

Şêwirmendê pilebilind ê Eşref Xenî bo karûbarên çandî, Şah Husên Murtezewî ragihandiye, “ji ber merasima sibe ya sondxwarina serokomarê nû, sibe li Kabulê betlane ye”.

Berdevkekî Ebdullah Ebdullah, Fereydûn Xwazûn jî ragihandiye: “Me vexwandin ji hemû sazî û rêxistinên niştimanî û navdewletî re şandiye û karûbarên pêwîst ji bo lidarxistina merasima sondxwarina Ebdullah Ebdullah hatine kirin”.

Serokomarê pêştir ê Efxanistanê û Ebdureb Resûl Seyaf ji bo navcîtiya di navbera Eşref Xenî û Ebdullah Ebdullah de ketine tevgerê.

Herwiha Nûnerê Amerîkayê yê ji bo karûbarên Efxanistanê, Zalmay Xelîlzad jî ji bo navcîtiya di navbera Eşref Xenî û Ebdullah Ebdullah de serdana Kabulê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst