Bihar tê – tatîla xwe li kuderê derbas bikim?

08-03-2016
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Bihar li ber derî ye, gellek kes ji zivistana sar û şil aciz û têr bûne û bi çarçavî li benda tirêjên biharê û germiya havînê ne. Lê bi kû de herim, gellek kes ji xwe dipirsin? Yewnanistan? Na, beravên wî welatî tijî koçber in û wijdan qebûl nake. Tirkiye? Na, qet na! Tirkiyê dîsa dest bi şerekî gemar li hemberî Kurdan kiriye û her Euroyek dibe arîkariya sîstem û hikûmeta tirk ya şerxwaz.

 

Welatên bakurê Afrîkayê? Tûnis, Misir? Erzan, germ û xweş. Na! Ew der hemû bûne îslamî û kî dizane kengî bombeyek diteqe. Jixwe dîktatorî û serdestiya serokên wan welatan mehdê mirov ji xweşiya xwezaya wan welatan jî li hev dixe.

 

Lê bi kû de? Ka ew welatê ku hem xweş be, hem jî xwîna mirovên xwe nemije, hem jî xwezayê biparêze, hem demokratîk be û û û....ango kanî ew bihuşta li ser ruyê erdê.

 

Ji bo wan kesên ku ne tenê li behnvedan û tatîleke ku hema erzan be û wekî din li wî welatî çi bibe ne xem be, digerin; ji bo wan tûrist û geştyarên bi wijdan rêxistineke bi navê “Ethical Traveler“ (jixwe navê rêxistinê jî “geştyarê bi wijdan-ehlaq“ e) salane 10 welatên ku hêjayî geriyan û dîtinê ne pêşniyar dike. Li wan welatan mafên mirovan tên parastin, hişyariyek derbarê parastina xwezayê de belav e, xweza nayê talankirin, ango hêjayî dîtinê ne û wijdanê geştyar jî rehet e.

 

Rêxistina medenî “Ethical Traveler“ ji bo 2016ê van welatên pirranî giravên karîbîkî pêşniyar dike:

 

-        Domînîka

-        Grenada

-        Kapverden,

-        Mîkronesî

-        Panama,

-        Mongolay

-        Samoa

-        Tonga

-        Tuvalû

-        Ûrûgûay

 

Rêxistina “Ethical Traveler“ ya ku bingeha wê li Kalîforniyayê ye, ji nîvê salên 90î ve salane lîsteyeke welatên hêjayî gernayê ji bo geştyarên bi wijdan belav dike. Ji bo pêşniyarên xwe bi xelkê, siyasetmedar, geştyaran re diaxivin, herwiha raportên rêxistinên mafên mirovan û parastina xwezayê yên mîna Unicef û Rojnamevanên Sînornenas jî li ber çav digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst