Li Californiayê helîkoptereke leşkerî ket: 5 mirî

08-02-2024
RÛDAW
Nîşan Helîkoptera Leşkerî Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Californiayê ya Amerîkayê, helîkoptereke leşkerî ket û 5 leşkeran canê xwe ji dest da.

Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku helîkopterek li herêmeke çiyayî ketiye û 5 leşkerên tê de canê xwe ji dest daye.

Hêzên Deryayî diyar kir ku windakirina her canekî ji bo wan zehmetiyeke mezin e û got ku ew ji bo xwe bigihînin cenazeyên leşkeran dixebitin.

Koşka Spî jî daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo malbatên 5 leşkeran sersaxî xwest.

Herwiha Koşka Spî diyar kir ku li ser ketina helîkopterê leşkerî lêkolîn berdewam in.

Hat diyarkirin ku helîkoptera bi tîpa CH-53E Super Stallion ji baregeha Hêza Esmanî ya Creecha li nêzî Las Vegasê rabûye.

Li gorî agahiyan, pêwîst bû helîkopter şeva borî bigihişta Stasyona Esmanî ya Piyadeya Behrê ya Miamarê lê negihiştiye.

Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin.

Piştî wê hat ragihandin ku helîkopter li herêmeke çiyayî ya bi qasî 56 kîlometreyan li rojhilatê navenda bajarê San Diegoyê ketiye xwarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst