94 koçber miribûn: Îtalyayê ceza li welatiyekî Tirkiyeyê birî

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Crotoneyê yê Îtalyayê, dadgehê bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan 20 sal ceza li welatiyê Tirkiyeyê Gun Ufuk birî.

Roja 26ê Sibata 2023yan keştiyeke koçberan li nêzîkî herêma Cutroyê ya li başûrê Îtalyayê ji ber bahozê perçe bûbû û bin av bûbû.

 Ev keştî roja 22yê Sibata 2023yan ji navçeya Çeşmeyê ya Îzmirê bi rê ketibû û diçû Ewropayê.

Di encama bûyerê de 94 koçberên di keştiyê de canê xwe ji dest dabû û hinek koçber jî rizgar bûbûn.

Gun Ufuk, li ser îfadeyên koçberên ku ji bûyerê rizgar bûbûn, bi tohmeta ku “qaçaxçiyê koçberan e û di dema bûyerê de koçber terk kirine û alîkariya wan nekiriye” sala borî li Awusturyayê hatibû girtin.

Li gorî îfadeya koçberan, di keştiyê de 4 organîzatorên qaçaxçiyan hebûn.

Li gorî medyaya Îtalyayê, welatiyekî Tirkiyeyê yê bi navê Sami Fuat jî hatibû girtin.

Herwiha di dîmenên ku hatibûn bidestxistin de diyar dibû ku Gun Ufuk keştî bi kar anîye.

Dadgeha Crotoneyê 20 sal cezayê girtîgehê û 3 milyon euro cezayê pereyan li Gun Ufuk birî.

Ufuk tohmetên dadgehê red kirin û îdia kir ku “ji ber sedemên siyasî ji Tirkiyeyê revîyaye.”