Parlamentoya Brîtanyayê daxwaz ji hikûmetê dike jenosîda Kurdên Êzidî nas bike

08-02-2022
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Brîtanyayê Komkujî Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Brîtanyayê civînek derbarê komkujiya Kurdên Ezidî de bireve çû û beşdarên civînê hevnêrîn bûn ku divê hikûmeta Brîtanyayê tişta bi serê Kurdên Êzidî hatiye, wek jenosîd nas bike.

Di civîna taybet bi komkujiya Kurdên Êzidî de parlamenterê Partiya Nasyonel Brendan Ohara tekez kir, “Divê lêkolînên zêdetir li ser komkujiya Êzidiyan bên kirin.”

`Ji bo tawan dubare nebin`

Brendan Ohara lêkolîna li ser tawanên li dijî Êzidiyan wek “erka hikûmeta Brîtanya û welatên din” binav kir û got, “Ji bo tawan dubare nebin, pêwîst e kuştina Êzidiyan wek jenosîd bê naskirin.”

Parlamenterê Partiya Nasyonel Brendan Ohara bibîr xist, “ DAIŞê tawan li hember zarokên 5 salî kiriye.”

Nûnerên beşdarên civîna parlamentoya Brîtanyayê hevnêrîn bûn ku divê hikûmeta Brîtanyayê ew tişta bi serê Kurdên Êzidî hatiye, wek jenosîd nas bike û îtîrafpêkirin jî ne tenê gotin be û di pratîkê de jî gav ji bo xweştirkirina jiyana rizgarbûyên jenosîdê bên avêtin û tawankar jî bên cezakirin.

Rewşa Kurdên Êzidî

Parlamenterek jî dibêje, bi sedan hezar Êzidî li kampên koçberan heyama 7 salan e di rewşeke xerab de dijîn û nebûna ti demeke diyar jî ji bo girtina wan kampan, nîşanek e ku ev derdeserî û awarebûn bi dawî nayê.

Chris Fields li rêxistina rêrxwazî ya `War Child` dibêje, “Êzidî hest bi wê dikin, ji aliyê cîranên wan ve xiyanet li wan hatiye kirin, ji aliyê hikûmetan ve hatine jibîrkirin û dabînkirina alîkariyan jî ber bi kêmbûnê ve diçe. Lewma divê alîkariya van malbatên hejar û paşguhkirî bê kirin.

Heta niha hejmareke ajansên ser bi Netewên Yekbûyî ve û nêzikî 10 welatan tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzid wek jenosîd nas kirine.

Rêxistina DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrişeke berfireh bo ser Şingal û derdora wê da destpêkirin.

Li gor amarên Ofîsa Rizgakirina Êzidiyan:

  • Hejmara Êzidiyên li Iraqê nêzikî 550.000 kes bû
  • Hejmara kesên ji ber DAIŞê koçber bûn nêzikî 360.000 e
  • Hejmara kesên vegeriyane Şingalê derdora 150.000 e
  • Hejmara şehîdên rojên destpêkê 1293 kes e
  • Hejmara zarokên ji ber êrişên DAIŞê sêwî mane 2745 kes e
  • Li Şingalê heta niha 82 gorên bikom hatine dîtin, jibilî bi dehan gorên takekesî
  • Li herêma Şingalê 68 mezargeh û perestgeh ji aliyê DAIŞê ve hatin teqandin û wêrankirin
  • Ji ber êrişên DAIŞê û rewşa xerab zêdetirî 100 hezar kes koçberî derveyî welat bûn
  • Hejmara kesên hatine revandin 6417 ye ku 3548 jin û 2869 jî jin in
  • Heta niha 3550 kes ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ku ji wan; 1206 jin, 339 zilam, 1049 zarokên keç û 956 jî zarokên kur in
  • Cenazeyên 104 kesan hatine dîtin ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn şehîdkirin
  • Hejmara kesên di destê DAIŞê de mane 2763 ye ku 1293 jin û 1470 zilam in

Ev amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatine pejirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst