Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Holguinê ya rojhilatê li Kubayê, di depoya çek û cebilxaneyan de teqîn çêbû.
Artêşa Kubayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama teqînê de 13 leşker winda bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê ku dispêre rayedaran teqîn ji ber şewata li înşaetekê pêk hatiye.
Artêşa Kubayê eşkere kir ku 4 efser û 9 leşker winda de ne.
Her wiha hat ragihandin ku 361 kes piştî teqînê bo cihekî ewle hatine veguhestin.
Rayedaran ragihand ku lêkolîn li ser bûyerê berdewam e.
Se reporta una enorme explosión en una base militar en la ciudad de Holgin en la Habana Cuba..los cubanos a estas alturas ya deberían también estar alertas así como también en Nicaragua la libertad nos pertenece a todos..sacar a estos comunistas socialistas criminales narcotrafi pic.twitter.com/pL1vtg3voz
— CANAL 20-19.. NICARAGUA C.A (@waltergarciami) January 8, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse