Moskow (Rûdaw) - Li Rûsyayê Xirîstiyanên Ortodoks "Roja Bûyîna Mesîh" pîroz kir.
Kurdên Xirîstiyan jî di roja jidayîkbûna Îsa Mesîh de berê xwe da dêrê.
Stranbêjê Kurd Arkadî Mehemdî bi malbat û hevalên xwe ve sibê zû çûn dêrê.
Mîna piraniya bawermendên Ortodoksî, divê ew jî beşdariya rêûresma ayînî û nimêja Cejna Jidayîkbûna Îsa Mesîh bikin.
"Îro cejneke gelekî mezin e"
Stranbêjê Kurd Arkadî Mehemdî got, "Îro cejneke gelekî mezin e, bûyîna xwedanê me Îsa Mesîh e.
Em tevî malbata hatine kilîseyê, dua dikin û paşê diçin mala xwe û vê rojê pîroz dikin."
Malbata Arkadiy û hevalên wî, di destpêka salên 2000î de ji Gurcistanê koçî Rûsyayê kiriye.
Mîna hemû Kurdên Gurcistanî û piraniya Kurdên Ermenistanê, baweriya wan jî Êzidîtî bû.
Lê belê nêzî deh salan berê, wan Mesîhîtiya Ortodoksî hebandiye.
"Kurd bi eşîrî hatine dêra me"
Keşeyê Ortodoksî Aleksandr wiha anî ziman, "Rastî, bi giranî Rûsên Slavî tên vê dêrê.
Îcar va ye Kurd jî hatine dêra me û ne tenê kesek û du kes lê hemû bi malbatî, bi eşîrî hatine.
Ji aliyekî ve mirov ecêb dibîne lê ji aliyeke din dilê mirov şa dibe ku nûnerên gelê Kurd bi me re ne. Wate, deriyê Xweda ji her kesî re vekirî ye."
Bazirganê Kurd Goça Pîvazî ragihand, "Em îro hatine kilîseyê, me dua kir.
Niha jî em dê bi tevahiya neferen xwe re herin malê. Me sifre amade kiriye û em dê pîroz bikin."
Bê guman, piştî serdana dêrê, pîrozbahî li dora sifreya malbatî berdewam dike.
"Ez Eyda Jidayikbûna Mesîh li hemû Kurd û Xirîstiyanan pîroz dikim"
Nûrê Mehemediyê got, "Ez Eyda Jidayikbûna Mesîh li hemû Kurd û Xirîstiyanan pîroz dim.
Di malbata me de her kes di salên cuda de bûne Xirîstiyan. Ez di sala 2010ê de baptîz bûm, mêrê min jî çend sal pey min re.
Ev êdî bûye beşeke jiyana me. Em di hemû rojên Yekşemê û di hemû Cejnan de diçin serdana dêrê. Lê Cejna me ya sereke Rojbna Mesîh e."
Cejna Jîkbûna Îsa Mesîh yek ji dwanzdeh cejnên Xirîstiyanan e. Beriya vê Cejnê bawermndên ortodoksî 40 rojan Rojî digrin.
Mesihiyên Ortodoksî Cejna jidayîkbûna Îsa Mesîh 7 Kanûna Paşîn pîroz dikin.
Lê ji bo piraniya Xirîstiyanên cîhanê, bi taybet jî, ji bo Katolîk û Protestantan, her wiha ji bo piraniya Xirîstiyanên Kurdistanê roja Cejnê 13 roj pêştir, an ku 25 Kanûna Pêşîn e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse