2024 bû sala herî germ a dîrokê
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Sîstema Çavdêriya Peykê ya Copernicusê ya Yekîtiya Ewropayê (YE), 2024 sala herî germ a dîrokê ye.
Di daxuyaniya Copernicusê de hat ragihandin ku sala 2024an di tomarên germahiya cîhanê yên ji sala 1850î û vir ve de bûye sala herî germ.
Navîniya germahiya cîhanê ku 15,10 pile ye, bi qasî 0,72 pileyan bi ser navîniya germahiya salên 1991-2020î ket.
Her wiha navîniya germahiyê bi qasî 0,12 pileyan bi ser a 2023yan ket ku heta niha sala herî germ bû.
Bi vî awayî sala 2024an bû sala yekem ku navîniya "serdema berî pîşesaziyê" ya salên 1850-1900î bi 1,5 pileyan derbas kiriye.
Sala 2023yan jî ev navînî bi 1,48 pileyan derbas kiribû.
22yê Tîrmeha 2024an navîniya rojane ya germahiya cîhanê bi 17,16 pileyan gihişt asta herî bilind.
Ji Kanûna Paşîn a 2024an heta bi hezîrana heman salê her meh ji meha berêtir a heman salê germtir bû.
Havîna 2024an jî bû havîna herî germ a ku hatiye qeydkirin.
“Mirovahî berpirsyarê qedera xwe ye”
Di daxuyaniyê de gotinên Birêvebirê Serwîsa Guherîna Avhewayê ya Copernicusê Carlo Buontempo jî bi vî rengî cih girt:
"Hemû komên daneyên germahiya cîhanê yên navneteweyî nîşan didin ku sala 2024an ji destpêka tomarkirina daneyên ji sala 1850î û vir ve sala herî germ e.
Mirovahî berpirsyarê qedera xwe ye lê divê bersiva me ya ji bo pirsgirêka avhewayê li ser bingeha delîlan be.
Paşeroj di destê me de ye.
Çalakiyeke bilez û bibiryar dikare hîn jî rêya avhewaya me ya paşerojê biguherîne."