Rûsya: Me UFO xiste xwarê

Hewlêr (Rûdaw) - Hêza Esmanî ya Rûsyayê ragihand ku li herêma Rostovê ya li nêzî sînorê Ukraynayê UFO (tiştekî firîner ê nenas) xistine xwarê. Di medyaya herêmî û hesabên medyaya civakî de dîmenên tiştekî biçûk ku li esmên diteqe, hatin parvekirin.

The Jerusalem Post ragihand, nûçe yekem car li ser Telegramê ji aliyê Parêzgarê herêma Rostovê Vasily Golubev ve hate parvekirin.

Golubev diyar kir ku UFO li ser gundê Sultan Sala hatiye dîtin û got, “Ez bang li her kesî dikim ku aram bin. Hemû hêz ji bo ewlehiyê tevdigerin. Esman bi parastina hewayî hatiye girtin.”

Her çend ew tişt hîn jî nenas be, tê pêşbînîkirin ku ne UFO be. Parlamenterekî Rûs îdia kir ku UFO ya navborî droneke ku ji aliyê Ukraynayê ve hatiye şandin e.

Parlamenterê Dûmaya Dewleta Rûsyayê Anatoly Wasserman îdia kir ku hêzên Ukraynayê yên ku ew wek "terorîstên Kyivê" bi nav dike, bi dronan guleyan li sivîlên Rûsyayê reşandine.