Lêkolîneke Zanistî; Kurdên bi Tirkî nizanin di wergirtina tendirustiyê de rûbirûyê pirsgirêkan dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîneke zanistî ku ji aliyê akademîsyenê Kurd ê Zanîngeha Montrel a Kanadayê Tevfik Bayram û akademîsyena Zanîngeha Koçê Sibel Sakarya hatiye kirin, Kurdên Bakurê Kurdistanê di wergirtina xizmetên tendirustiyê de rûbirûyê pirsgirêkan dibin.
Xebata zanistî ya “wergirtina xizmetên tendirustiyê ya Kurdên bi Tirkî nizanin” a akademîsyen Tevfik Bayram û Sibel Sakarya, 7ê Çileya 2023ê di kovara tendirustiyê de ya bi navê International Journal for Equity in Health a navdewletî de hat weşandin. Lêkolîna “wergirtina xizmetên tendirustiyê ya Kurdên bi Tirkî nizanin” di asta xwe de heta îro lêkolîna herî berfireh e.
Di lêkolînê de di salên 2018 û 2019an de li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, bi 12 Kurdên ku bi Tirkî nizanin gotûbêjên berfireh hatine kirin. Di lêkolînê de teoriya Levesque ya bi navê “Nêzîkbûna bi Navendiya Nexweş a Di Wergrtina Xizmetên Tendirustiyê” de hat bikaranîn.
Li gor lêkolînê Kurdên ku bi Tirkî nizanin, ji ber zimanê zikmakî di wergirtina xizmetên tendirustiyê de rûbirûyê pirsgirêkan dibin. Kurd di bi zehmetî digihêjin zanyariyên derbarê tendirustiyê û dereng diçin navendên tendirustiyê. Kesên bi Tirkî nizanin ji ber pirsgirêka ziman gelek caran ji bo çareseriyê bi kesûkarên xwe dişêwirin. Herwiha di têkilî û jihevtêgihiştina nexweş û pizîşk de pirsgirêk çê dibin.
Li gor lêkolînê Kurdên bi Tirkî nizanin, dema diçin navendên tendirustiyê bo dermankirinê nizanin dê serî li kîjan beşê bidin û piraniya caran ji kesûkarên xwe yên zêde ne têgihiştî alîkariyê dixwazin. Lê dema pizîşk an perestyar Kurd be û pirsgirêka têkiliyê nebe, Kurdên Tirkî nizanin bi hêsanî diçin dermankirinê.
Herwiha piraniya Kurdên bi Tirkî nizanin, ti caran bi serê xwe neçûne navendeke tendirustiyê, lê dema neçar mane kesekî ku bi Tirkî dizane ligel xwe birine û çûne. Heman rewş dema wergirtina randewûyê, kirina pişkînînan û kişandina tomografiyê jî dubare dibe.
Paşxaneya lêkolînê
Akademîsyenê Kurd Tevfik Bayram ji Rûdawê re derbarê armanca lêkolînê de got: “Di lîteratûrê de hatiye eşkerekirin ku ziman diyarkerekê sereke yê xwegihandina xizmetên tenduristiyê ye. Di piraniya lîteratûrê de, ziman wek amûrekê peywendiya di navbera nexweş û karmendên tenduristiyê de hatiye minaqeşekirin. Lêbelê girîng e ku tesîra dîrokê û rewşa siyasî û dînamîkên hêzê li ser kiryarên mirovan bên zelalkirin. Lîteratûra di vî warî de kêm e. Di vê lêkolînê de armanca me ew bû ku em fêm bikin ka ziman çawa tesîrê li xwegihandina xizmetên tenduristiyê dike û zordestiya li ser zimanî çawa vê têkiliyê diguhere.”
Rêbaza lêkolînê
Derbarê rêbaza bikaranîne de jî Bayram got: “Me ev lêkolîna çawayetiyê li ser serpêhatiyên nexweşên Kurd yên li Tirkiyeyê dijîn kir ku civakeka ji sed salan zêdetir e bindest e. Me di navbera salên 2018 û 2019ê de li bajarê Şirnexê 12 hevpeyivînên kûr (hemû ji neteweya Kurd, Tirkî-neaxêv) bi stratejiya guherbariya-herî-zêde pêk anî. Me modela Levesque ya “gihîştina xizmetên tenduristiyê ji çavê nexweşan” bikar anî. Ev model hem pîvanên takekesî hem yên binesaziyê li xwe dihewîne.”
Encamên lêkolînê
Têkildarî encamê lêkolînê de jî Bayram ev zanyarî dan: “Me dît ku dema Kurdên Tirkî-neaxêv li Tirkiyê xwe digihînin xizmetên tenduristiyê rastî gelek astengiyên girêdayê zimanî tên. Çend astengiyên me dîtîn ev bûn: xwe-negihandina zanyariyên tenduristiyê, têkiliyên lawaz di navbera nexweş û karmendên tenduristiyê de, paşvedana pêdiviyên tenduristiyê, girêdana bi kesên dî ve di dema xwegihandina xizmetên tenduristiyê de, pabendnebûna bi tedawiyan, ji xizmetan nerazîbûn û neşiyana parastina mafên tenduristiyê. Wekî encameka neasayî, me derxist ku di bin zordestiyê de û bi rêya binhişkirina bindestiyê, prosesên astengiyên zimanî aloz dibin. Binhişkirina bindestiyê hesteka qelsbûn û dudiliyê çêdike û dihêle nexweş nexwazin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê; herwiha hêza wan ya takekesî û kolektîf kêm dike û têkoşîna wan bo guhertina rewşê lawaz dike.”
Pêşniyar
Weke pêşniyar jî Bayram got: “Pêşniyar: Pêdivî bi veguhertineka bingehî ya siyasetê li ser bingehê mafên mirovan, û bihêzkirina civakê heye. Di asta sîstemê de, naskirina gelên bindest bi awayek fermî, naskirina pirsgirêkên wan ên tenduristiyê û diyarkerên tenduristiya wan; û tevlêkirina zimanê wan di saziyên fermî de (bi taybetî perwerde û tenduristî) pir girîng e. Dema gorankarî di vî warî de bên kirin divê dezgehên peywendîdar bên hişyarkirin ku bindestî û binhişkirina bindestiyê astengiyek giring e û divê neyê piştguhkirin. Herwiha, jiber ku zordestî ne tenê di warê ziman û neteweperestiyê de tê kirin, divê awayên din ên bindestiyê jî di lêkolînên siberojê de bên vekolîn.”