Du otobûs li hev qelibîn: 40 mirî, 78 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê rojavayê Senegalê di bûyera trafîkê de 40 kesan canê xwe ji dest dan û 78 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Servîsa Agirkujiyê ya Neteweyî ya Senagalê, îro danê sibê li nêzî bajarê Kaffrine yê 250 kîlometre dûrî paytexta wî welatî bajarê Dakarê ye, 2 otobûsan li hev dan.

Li gor tespîtên ewil di qezayê de 40 kesan canê xwe ji dest dan û 78 kes jî birîndar bûn.

Serokomarê Senegalê Macky Sall jî bi peyameke li ser hesabê xwe yê Twitterê sersaxî ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re xwest.

Sall ragihand ku ji bo kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane, ji 9ê Çileyê pê ve 3 roj şîna neteweyî hatiye îlankirin.