Trump: Di êrişa Îranê de ziyan negihiştiye ti serbazekî Amerîkî

08-01-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê mûşekên Îranê arasteyî binkeyên serbazî ya Eyn Esed û binkeya Herîr li Hewlêrê yên Amerîkayê kirine de ragihand ku di encama êrişê de ziyan negihiştiye ti serbazekî Amerîkî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Koşka Spî piştî êrîşa duh şev a Îranê li dijî binkeyên Amerîkayê li Iraqê, yekem civîna xwa ya zindî ligel generalên Amerîkî saz kir û têde ragihand ku di êrîşê de ti ziyanek negihîştiye serbazekî wan.

Donal Trump da xuyand ku di êrîşa duh şevê din de ya ku Îranê li dijî binkeyên Amerîkayê encam daye, ti serbakezî Amerîkayî zirar nedîtiye û got: “Beriya êrîşê sîstemên hişyariyê ketine dewrê û di êrîşê de ti ziyanek negihîştiye serbazên me, lê ziyana madî çêbûne.”

Trump da zanîn ku kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê yê berê General Qasim Sulêymanî bi fermana wî bûye û got: “Qasim Suleymanî di kuştina gelek Amerîkiyan de berpirs bû û ew sedema nearamiya herêmê bû û diviyabû ew zûtir bihata kuştin.”

Serokê Amerîkayê Îran bi sponsoriya terorê pênase kir û got: “Heta ez serokê Amerîkayê bim, Îran dê ti caran nebe xwedî çeka etomî.”

Trump herwiha da zanîn ku niha bijarde li ber destên me hene û di heman demê de ji NATOyê jî xwest ku li Rojhilata Navîn erka xwe bicih pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst