Li Almanyayê 13 Kurd bi tohmeta qaçaxçîtiyê hatin girtin

Dusseldorf (Rûdaw) - Li eyaletên Nordrhein-Westfalen û Baden-Wurttembergê di operasyoneke de, 13 kes bi sûcdariya qaçaxçtiya mirovan hatin girtin.

Polîsan di encama operasyonê de li 25 cihan ku 15 mal bûn û 10 embar bûn, dest danî ser 21 qeyikên biçûk, 24 jeneratorên elektrîkê, 76 êlekên xwerizgarkirinê û 600 lastîkên tekerên otomobîlan.

Ji bilî van jî, dest bi ser 70 hezar pereyên dirav û bi bihayê 5 hezar euroyan zêr û 40 amûrên elektronîk (wekî telefonên destan û laptopan) hat girtin.

Polîsê Ewropayê (Europol) ragihand ku operasyon bi serpereştiya polîsê Fransî bû û 20 efserên Fransî û 500î Almanî tê de beşdar bûn.

Europolê eşkere jî kir ku operasyon li dijî toreke qaçaxçîtiyê bû ku bi gotina wan “Toreke Kurdên Îraqê” bû.

Polîs dibêje, tor bi qaçaxçîtiya koçberên ji Rojhilata Navîn û Rojavayê Afrîkayê ji Fransayê ber bi Brîtanya ve tê tawanbarkirin.

Lêkolînên destpêka îsal ên polîsê Fransî derxistine holê ku piraniya endamên torê li Almanyayê ne.

Wan ev yek jî dîtiye ku torê qeyikên biçûk ji Tirkiyeyê kirîne û birîne Almanyayê.

Îsal ev ne cara yekem e ku polîsên Ewropî li Almanyayê tometbarên Kurd ên qaçaxçîtiya mirovan digirin.