Notre Dame hat nûjenkirin: Dê bi merasîmekê were vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Pênc salan piştî şewatê, Katedrala Notre Dameyê dê bi merasîmekê were vekirin.

Şahesereke balkêş a serdema navîn, piştî nûjenkirina wê temam bû, deriyên wê tên vekirin.

Katedrala Notre Dameyê li nav dilê Parîsê, xwe li ber çendîn şoreş û 2 şerên cîhanî girtiye.

Sala 2019an Fransiyan bi çavên tijî rondik şewitîna wê bihîst.

Ji bo wan û gelek xelkên seranserî cîhanê, mijar ne tenê şewitîna dêrekê bû her wiha hilweşîna destkefteke bipêşketî ya şaristaniyeta mirovan bû.

“Nû ji dayîk bûye”

Zêdetirî 2 hezar endazyar, hoste û hunermend di nûjenkirina wê de xebitîn.

Zêdetirî 737 milyar dolaran li nûjenkirinê çû ku hemû ji aliyê 45 hezar kesan ve li seranserî cîhanê hatibû dabînkirin.

Hefteyeke berî ku bi fermî were vekirin, Serokê Fransayê çû ji nêzîk ve guhertinên dawî dîtin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser rewşa dawî got:

“We xwelî kir tabloyeke hunerî.”

Banekî nû jêre hatiye danîn.

Bihust bi bihust dîwarên wê hatine paqijkirin.

Pencereyên rengîn hatine nûjenkirin.

Tablo û peyker xweşiktir hatine rengkirin.

Hostayê şehkirina keviran Adrien Willeme anî ziman:

“Tu dibêjî qey doh hatiye çêkirin, wekî ku bibêjî nû ji dayîk bûye.”

Eger Eyfel bi bejna xwe ya bilind nasnameya geştê be, Notre Dame jî bi 679 saliya xwe, wekî sîmaya dîroka Fransayê tê hesabkirin.

Sala 1163yan dest bi çêkirina wê hat kirin û piştî 182 salan, 1345an hat temamkirin.

Li derê sala 1804an Taca Împaratoriyê li ser serê Napolyon hat danîn.

Berî ku bişewite, Çemê Senê rawestiyaba, serdana geştyaran ranediwestiya.

Hinek caran di rojekê de 50 hezar kes diçû serdana wê.

Macron biryar da ku merasîma vekirina Katedrala Notre Dameyê ya qedîm di asta wê ya dîrokî de be û bi beşdariya serkirdeyên herî xuya yên cîhanê û çalakiyên cur bi cur, deriyên wê li ber xelkê were vekirin.