Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma vekirina Katedrala Notre Dameyê bibe

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li ser vexwandina Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron beşdarî merasîma vekirina Katedrala Notre Dameyê bibe.

Katedrala Notre Dameyê ya dîrokî ya Fransayê dê îro bi merasîmeke fermî ji îbadetê re were vekirin û xebatên restorasyonê yên piştî şewata sala 2019an bi dawî hatin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê beşdarî vekirina Katedrala Notre Dameyê bibe.

Tê plankirin ku di merasîmê de çalakiyeke mezin bê lidarxistin. Gelek serokên dewlet û berpirsên hikûmetan dê beşdar bibin û yek ji mêvanan jî dê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî be.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê hilbijartî yê Amerîkayî Donald Trump, Şahê Brîtanyayê Charlesê Sêyem, Şahê Spanyayê Felipeyê Şeşem, Şahê Fasê Mihemedê Şeşem, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva zêdetirî 2 hezar kes hatine vexwendin.

Trump jî beşdar dibe

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump jî dê beşdarî merasîma vekirina Katedrala Notre Dameyê bibe.

Trump piştî hilbijartinan dê serdana xwe ya yekem a derve bike.

Li gorî zanyariyan Nêçîrvan Barzaniyê ku ji bo serdaneke girîng li Ewropayê ye dê wekî Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma vekirina katedralê bibe.

Donald Trump di daxuyaniya xwe ya li ser Truth Socialê de diyar kir ku ew dê ji bo merasîma vekirina fermî ya Katedralê biçe Parîsê.

Donald Trump got:

“Ez dixwazim bibêjim ku bi beşdariya vekirina Katedrala Notre Dameyê ya bi heybet û dîrokî ez dê bibim xwedî rûmeteke mezin.

Macron di vegerandina rûmeta Notre Dame ya berê karekî mezin kir. Dê ji bo her kesî bibe rojeke pir taybet.”

Notre Dame

Sala 2019an Fransiyan bi çavên tijî rondik li şewitîna Katedrala Notre Dameyê nihêrî.

Ji bo wan û gelek xelkên seranserî cîhanê, mijar ne tenê şewitîna dêrekê bû her wiha hilweşîna destkefteke pêşketî ya şaristaniyeta mirovayetiyê bû.

Zêdetirî 2 hezar endazyar, hoste û hunermend di nûjenkirina Notre Dameyê de xebitîn.

Zêdetirî 737 milyar dolaran li nûjenkirinê çû ku hemû ji aliyê 45 hezar kesan ve li seranserî cîhanê hatibû dabînkirin.

Hefteyek berî ku bi fermî were vekirin, Serokê Fransayê çû ji nêzîk ve guhertinên dawî dîtin.