Êdî kesên tundrew dê ji Almanyayê bêne derxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Hinek welatiyên Sûriyeyê ku li Almanyayê dimînin, xeter li ser wan heye ku ji wî welatî werin derxistin.

Wezêra Karên Navxwe ya Eyaleta Sachsen-Anhalt ê Tamara Zieschangê got ku koçberên Îslamî yên tundrew, Sûriyeyî û Efxanistanî yên ku li Almanya dimînin û metirsiyê li ser ewlehiya wî welatî çêdikin, dê werin derxistin.

Tamara Zieschangê tekez kir ku ew dê wan kesan bişînin Efxanistan û Sûriyeyê.

Zieschangê jî herwiha got, ne tenê Îslamiyên tundrew, di heman demê de pêwîst e biryara vegerandina wan kesên metirsîdar jî were derxistin.

Niha vegerandina xelkê Sûriyeyê ji Almanyayê hatiye rawestandin, ew jî ji ber rewşa xerab ya wî welatî ye.