Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re: Îran û Rûsya hewl didin ku ji cezayan rizgar bibin

07-12-2023
Diyar Kurde
Nîşan Matthew Miller Amerîka Îran Rûsya
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand, ji bo ku bêîstîqrariya li herêmê zêde neke wan hişyarî da Îranê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên rojnamegeran da.

Matthew Miller bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde ya derbarê cezayên Washingtonê yên li dijî Rûsya û Îranê de da û got:

“Ez dê bibêjim ku demeke dirêj e em dibînin ku hem Rûsya û hem jî Îran hewl didin ji cezayan dûr bikevin. Ji ber wê jî dem bi dem em cezayên nû ji bo her du welatan radigihînin û tedbîrên ku me girtine ji bo şikandina wan û nehiştina wan eşkere dikin.”

Îran û Rûsya li ser hevkariya li dijî cezayan li hev kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ragihand ku wan bi Rûsyayê re li dijî cezayên aborî yên welatên Rojavayî peymaneke hevkariyê îmze kiriye.

Ebdullahiyan li Moskowê ku beşdarî civîna wezîrên karên derve yên welatên ku sînorên wan bi Deryaya Xezerê re heye bû û daxuyanî da çapemeniyê.

Ebdullahiyan diyar kir ku 26 welat ji aliyê Amerîkayê yan jî hin welatên Rojava ve rastî cezayên aborî yên yekalî tên û got:

“Berî 3 salan Îranê pêşniyara avakirina blok an jî yekîtiyê bi welatên ku ji aliyê Amerîkayê yan jî hin welatên Rojavayî ve tên cezakirin re kiribû. Di vê mijarê de me bi Rûsyayê re peymanek îmze kir.”

“Ev gaveke girîng e”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di daxuyaniyeke xwe de got:

“Ev gaveke girîng e ji bo yekkirina hewlên cîhanî ji bo rûbirûbûna cezayên neqanûnî yên Amerîka û hevpeymanên wê. Hinek ji cezayên Îranê girêdayî şerê li Ukraynayê ne.

Ukrayna û Amerîka tawanbarkirina Îranê ya bi şandina dronan ji Rûsyayê re welatên Rojava hêrs kir.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di bersiva pirseke din a Diyar Kurde ya derbarê destdanîna ser 2 tankerên petrolê yên bi 34 karmendên biyanî ji aliyê hêzên Îranê ve got:

“Em dibînin ku Îran hewl dide ji bêîstiqrarî sûdê wergire û bêîstîqrariyê zêdetir bike. Me ji Hikûmeta Îranê re bi zelalî gotiye ku nabe ti tiştekî bike ku bêîstîqrariyê li herêmê zêde bike.

Ji ber vê yekê me ji şirîkên xwe yên li herêmê re bi zelalî gotiye ku pêwîst e ew peyamê bi awayekî pir zelal bigihînin Îranê.

Ji ber wê jî hûn dibînin ku em ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li herêmê gavan diavêjin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst