Washington Post: Esed dest datîne ser pereyên kompanya û xelkê

07-12-2021
RÛDAW
Nîşan Wahsington Post Beşar Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed niha dest datîne ser pereyên kompanya û xelkê. Rojnameya Amerîkî Washington Post vî karî wek şerê Esed bo bidestxistina pereyan binav dike.

Li gor rojnameya navborî, Esed ji 2020ê ve dest bi vî karî kiriye, dema desthilata Sûriyê berbirsên cîbicîkar ên Kompanya MTN desteser kirin. Di vê derbarê de, berpirsekî cîbicîkar ê kompanyayeke Sûrî ji wê rojnameya Amerîkî gotiye: "Karê kompanyayan li Sûriyê zêde zehmet bûye û hemû bûne armanca tolhildana hikûmetê." Herwiha dibêje: "Ti kes nizane pereyên hikûmet dest dideyne ser wan diçin kûderê."

Ji aliyê xwe ve pisporên aborî yên Sûrî ji Washington Post re gotine, pêdiviya Esed zêde bi pereyan heye daku mûçeyê îstixbarat û alîgirên xwe û herwiha deynên Rûsya û Îranê jî bide.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, niha %90ê xelkê Sûriyê di bin hêla hejariyê de dijîn, herwiha ji ber hişkesaliyê pêwîstiya 12 milyon akinciyên Sûriyê bi alîkariya mirovî ya bilez heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst