Etiyopya: Me du bajarên stratejîk kontrol kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Etîyopyayê îdîa dike ku li herêma Amhara dest danîne ser du bajarên stratejîk û vê jî wek serkeftina herî dawî ya hêzên ser bi hikûmeta Abiy Ehmed pêşan dide.

Roja Duşembê 6ê Kanûna 2021ê Ajansa Peywendiyan a Hikûmeta Etiyopyayê bi rêya Twitterê ragihand ku her yek ji bajarên Dessie û Kombolcha li herêma Amhara kontrol kirine. Herwiha dibêje hejmarek bajarên din jî li “Eniya Rojhilat” kontrol kirine.

Herdû bajarên herêma Amhara 400 kîlometre dikevin bakurê rojhilatê Addis Ababa paytexta Etiyopyayê ku di dawiya Cotmehê de Eniya Rizgarîxwaz a Tîgrayê kontrol kiribûn.

Hevdem medya fermî ya Etîyopyayê li ser zarê Abiy Ehmed belav kiriye ku “zerareke zêde gehiştiye dijberên hikûmeta wê û xwe li ber êrîşa hêzên wan ên hevpeyman negirtine, li dijmin didin û serkeftin jî berdewam dibe.”

Ev daxuyaniya hikûmeta Etiyopyayê di demekê de ye ku di dema 13 meh şer de bi hezaran kes hatine kuştin û krîzeke kûr a mirovî li duyem mezintirîn welatê bakurê Efrîqayê çêbûye.

Kontrolkirina wan herdû bajaran di meha Cotmehê de ji aliyê dijberên hikûmeta Etiyopyayê ve tirs li ba hikûmeta Abiy Ehmed çêkiribû ku piştre Eniya Rizgarîxwaz a Tîgrayê û Artêşa Oromo ya hevpeymanê wê ber bi paytext pêş bikevin.

Herwiha Hikûmetên Awistralya, Kanada, Danîmarka, Holanda, Brîtanya û Amerîka di derbarê krîza Etiyopyayê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de ew hikûmet dilgiraniyên xwe tînin ziman û dibên “Em, Awistralya, Kanada, Danîmarka, Hollanda, Brîtanya û Amerîka, ji raporên vê dawiyê yên girtina hejmareke mezin ji welatiyên Etiyopyayî ji hêla hukûmeta Etiyopyayê ve li ser bingeha etnîkî û bêyî sûcdariyek kûr nîgeran in. Daxuyaniya dewleta Etiyopyayê ya Rewşa Awarte di 2yê Mijdarê de ji bo binçavkirina girseyî ya kesên ji hin komên etnîkî ne hincet e.”

Daxuyanî bal dikişîne ser binpêkirinan û wiha radigihîne “Raporên Komîsyona Mafên Mirovan a Etiyopyayê (EHRC) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) girtina berbelav a Tîgrayiyên etnîkî, di nav de keşeyên ortodoks, kesên pîr, û dayikên bi zarokan re vedibêjin. Kesên ku bêyî sûcdarkirin û rûniştina dadgehê tên girtin û tê gotin ku di şert û mercên nemirovî de tên ragirtin. Gelek ji van kiryaran îhtîmal e ku binpêkirina hiqûqa navneteweyî bin û divê demildest rawestin. Em bang li çavdêrên navneteweyî yên bê astengî û di wextê xwe de dikin.”

Di daxuyaniyê de ji bo agirbestê bang li aliyan dike û wiha berdewam kir “Eşkere ye ku tu çareseriyeke leşkerî ji vê nakokiyê re nîne û em her tundûtûjiya li dijî sivîlan, ji berê, niha û pêşerojê de şermezar dikin. Divê hemû aktorên çekdar şer rawestînin û Hêzên Parastina Erîtreyê ji Etiyopyayê vekişin. Em bangewaziya xwe ji bo hemû aliyan dubare dikin ku derfetê ji bo danûstandinên agirbesteke domdar bê şert û merc bi kar bînin. Di bingeh de, Etiyopya divê bi rêyên siyasî û qanûnî pêvajoyek siyasî ya berfireh û lihevhatina neteweyî ava bikin, û hemî berpirsiyarên binpêkirin û binpêkirina mafên mirovan divê berpirsiyar bin.”