Papa dê serdana Herêma Kurdistan û Iraqê bike

07-12-2020
RÛDAW
Nîşan Papa Francis Papayê Vatîkanê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Francis meha Adara bê dê serdana Herêma Kurdistan û Iraqê Iraqê bike.

Wezareta Derve ya Iraqê îro, 07.12.2020, daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Em bi kêfxweşî radigihînin Papayê Vatîkanê Papa Francis, Papayê Dêra Katolîk, ji 5 ta 8ê meha Adara sala 2021 dê serdana Iraqê bike.”

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de hatiye, “Serdana Papa bo Iraqê, bo welatê rafîdeyn, xaka pêxemberan, niştimanê Ur û pêxember Îbrahîm, bûyereke dîrokî ye û piştevaniyek e bo hemû Iraqiyan bi hemû ciyawaziyên xwe ve.”

Wezareta Derve ya Iraqê dibêje, “Ev serdan peyameke aştiyê ye bo Iraq û hemû navçeyê ku tekeziyê li ser yekîtiya helwesta mirovî di rûbirûbûna tundrewî û milmilaneyan de dike. Hevdem fire pêkhate û lêborîn û pêkvejiyanê bihêztir dike.”

Li aliyê din Ofîsa Ragihandina Papa jî aşkere kir ku Papa Francis vexwendina “Komara Iraqê û Dêra Xwecihî ya Katolîk qebûl kiriye” û dê 5-8ê Adara 2021 geştekê bo wî welatî pêk bîne.

Li gor zanyariyên ragihandina wî belav kirine, Papa Francis dê serdana bajarê Hewlêr û Neynewayê jî bike û hatiye diyarkirin ku hûrgiliyên wê serdanê dê paşê bên belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst