Ji tirsa hebûna bombeyan ofîsa CNN li New Yorkê hat valakirin

07-12-2018
RÛDAW
Nîşan CNN Amerîka New York Bombe Valakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber metirsiya hebûna bombeyan, ofîsa kanala televîzyona CNN li New Yorkê hat valakirin.

 

Malpera kanala CNN a amerîkî ragihandiye, derengiya şeva bihorî demjimêr 22:30 bi dema Waşingtonê, ji ber metirsiya hebûna bombeyan di avahiya ofîsa wê kanalê de, hemû karmend û stafa kanalê avahiya ofîsa li New Yorkê vala kirin.

 

Li gorî agahiyan, kanala CNN ji ber zanyariyên di derbarê hebûna 5 bombeyan di avahiya ofîsa wê kanalê de ya li New Yorkê neçar bûye, ku bernameyeke xwe ku bi zindî dihat weşandin, rawestîne.

 

Piştî wê yekê, tîmên agirvemirandinê û hêzên ewlekariyê yên New Yorkê digihin ofîsa CNNê. Hêzên polîs hemû rêyên li derdora ofîsa kanala CNNê digirin û dest bi lêkolînê dikin.

 

Hatiye ragihandin, ku kesekî di pêwendiyeke telefonî de aghî daye ofîsa CNNê ya li New Yorkê ku di avahiya kanala wan de 5 bombe hene û ew yek jî bûye sedema tirsa stafa wê ofîsê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst