Erdogan û Ursula von der Leyen civiyan: Mijar PKK bû
Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê li hev civiyan.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand ku di çarçoveya hevdîtinên Lûtkeya Civata Siyasî ya Ewropayê de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê hevdîtinek kiriye.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê diyar kir ku civîn li Bûdapeşta paytexta Macaristanê hatiye kirin.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û her wiha şerê Îsraîl û Filistînê jî hatine gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku Recep Tayyîp Erdogan li ser mijara PKKyê gotiye:
“Di rûbirûbûna PKKyê de em ji şirîkên xwe yên Ewropî hevkariyeke berbiçav dixwazin bibînin.”
Erdogan diyar kir ku salên dirêj in pêvajoya tevlîbûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê tê astengkirin.
Her wiha anî ziman ku îzaha vê yekê nîne ji ber ku Tirkiye “welatekî hevkar ê aramî û ewlehiya cîhanê” ye.
Erdogan amaje bi girîngiya Tirkiyeyê da û got:
“Tevlîbûna Tirkiyeyê ji bo hewldanên qada parastinê ya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo aştî û ewlehiya Ewropayê jî girîng e.”
5emîn Lûtkeya Civata Siyasî ya Ewropayê bi armanca gotûbêjkirina zehmetiyên ewlehiyê yên ku li Ewropayê rûbirû dibin li Macaristanê dest pê kir.
Zêdetirî 40 serkirdeyên welatên Yekîtiya Ewropayê û serokên welatên din ên Ewropayê beşdar bûne û wekî nûnerê Tirkiyeyê jî Recep Tayyîp Erdogan amade ye.