Dibe ku 2024 sala herî germ a dîrokê be
Hewlêr (Rûdaw) – Dibe ku sala 2024an sala herî germ a dîroka cîhanê be.
Li gorî Copernicusa ku sîstema çavdêriya fezayî ya Yekîtiya Ewropayê ye, dê 2024 sala herî germ a dîrokê be.
Copernicusê da zanîn ku 10 mehên ewil ên 2024an anomaliya germahiya cîhanî li gorî salên 1991-2020î bi qasî 0,7 santîgrat pileyan zêde bûye.
Ev, li gorî heman serdema salên borî germahiya herî zêde ye û nîşan dide ku dê 2024 sala herî germ a dîroka cîhanê be.
Alîkara Gerînendeyê Serwisa Guherîna Avhewayê ya Copernicusê (C3S) Samantha Burgessê got:
“Ev, di qeydên germahiya cîhanî de amaje bi xaleke werçerxê dike.”