Rûsyayê li Ukraynayê mûşekên S-400 bi kar anîn

Moskow (Rûdaw) - Artêşa Rûsyayê li Ukraynayê pergala mûşekên dijî hewayî ya S-400 Triumphê ligel fuzeyên xwerêvebir ên dijî-firoke (SAM) ku serikên wan çalak in, bi kar anî.

Ev agahî ji aliyê çavkaniyeke nêzîkî Wezareta Berevaniya Rûsyayê ve hat ragihandin.

Çavkaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji medyaya wî welatî re diyar kir:

“Di operasyona leşkerî ya taybet a li Ukraynayê de, Rûsyayê pergala parastina hewayî ya S-400 Triumph ligel balefirên hişyariya zû A-50 bi kar anî. Di pêkhateya sîstema S-400an de mûşeka xwerêvebir (SAM) a bi serikên çalak hatiye bikaranîn.”

Di 25ê Çiriya Pêşîn de, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê General Sergey Şoygu ragihandibû ku Hêzên Çekdar ên Rûsyayê êdî xwedî sîstemên mûşekî yên dijî firokeyan in ku di nav 5 rojan de 24 firokeyên Ukraynayê xistine xwarê.

Li gorî çavkaniyeke din a Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, sîstema berevaniya hewayî ya S-400an bi menzîla herî zêde li hedefan hatiye avêtin ku di dema xistinê de li bilindahiya nêzîkî 1 hezar metre bûn û tê de “serikên nû yên mûşekên xwerêvebir” (SAM) jî hatine bikaranîn.