Îro 27mîn Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya NY li Misrê tê lidarxistin

07-11-2022
Mihemed Ibrahîm
Serkirdeyên cîhanê di 27mîn Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya NY de li Şerm El-Şêx a Misrê, îro Duşembê 7ê Mijdara 2022. Wêne: AHMAD GHARABLI / AFP
Serkirdeyên cîhanê di 27mîn Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya NY de li Şerm El-Şêx a Misrê, îro Duşembê 7ê Mijdara 2022. Wêne: AHMAD GHARABLI / AFP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 27mîn Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Netewyên Yekbûyî li Şerm El-Şêx a Misrê tê lidarxistin.

Serkirdeyên beşekî ji welatên cîhanê, rêxistin û kompanyayên mezin di konferansê de beşdar in, û pirsa guherîna keşûhewayê gotûbêj dikin.

Şêwirmenda Keşûhewayê, D. Tara Shayne dibêje, “Ji sala 2003yan ve, ez beşdariyê di Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî de, dikim, û herdem hêviyeke min a mezin pê heye. Herwiha ew cihekî giran e ji bo hêsankirina karan, ji ber ku divê razîbûna 190 welatî bê wergirtin.”

Lehî, bahoz, kêmavî û jinavçûna ajelan, ji pêşîneyên karên vê konferansê ne.

Li gorî amarên Rêxistina KONSERN: Afganistan, Bengladiş, Çad, Haîtî û Iraq ew welat in ku bêhtirîn bandora guherîna keşûhewayê lê derketiye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres derbarê rewşa keşûhewayê de hişyariyê dide û dibêje, “Bi vê siyaseta niha, zevî ber bi germbûna 2.8 pileyên silîzî diçe heta dawiya vê sedsalê. Vekirîtir bibêjim, em ber bi karesateke cîhanî diçin. Rêgirtin li derxistina gaza zerarbexş, ji xwe veqetandin, sozdan, wergirtina helwêst pêk tê. Ew rêgirtin jî divê ligel 27emîn Konferansa Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî destpê bike.”

Çalakiyên mirov, ji gemarkirina jîngehê, heta gelekbûna hejmara nişteciyan, pileya germa zeviyê bêhtir dikin.

Gaza germ, sedema sereke ya germbûna zeviyê ye.

Tiştên li nav bergê hewayê, weke hilma avê, Duoksîda Karbonê, gaza Metan, Oksîda Naytrojîn û Klora Florokarbon, bêhtir rê didin derbasbûna tîşka rojê ku ber bi zeviyê ve bikeve.

Heta ku rêjeya van gazan li bergê hewayê bêhtir be, zevî germtir dibe.

Ligel germbûnê, qeşaya li cemserên başûr û bakurê goka zevî dipijive, asta deryayan bilindtir dibe û dibe sedema diristbûna lehiyan.

Bi sedema şorbûna ava deryayan, erdên wan navçeyên ku lehî lê radibin êdî bi kêrî çandiniyê nayê.Bi sedema guherîna keşûhewayê, di 50 salên bihorî de, hejmara ajelan 69% kêm bûye.

Heta sala 2050î, hişkesalî û lehî bi bihayê 5.6 tirilyon dolarî ziyanê digihîne aboriya cîhanê.

Eger mirovahî bi vî awayê niha ji çalakiyan berdewam be, pileya germa zeviyê 1.5 pile bilind dibe.

Armanca sereke ya vê konferansê, cîbicîkirina xala sereke ya Peymana Parîsê ya sala 2015 ye ku daxwaz dike, rê li ber bilindbûna pileya germa zeviyê bi rêjeya 1.5 pileya sîlîzî bê girtin

200 welat û herêm beşdarî di Peymana Parîsê de kirine, ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê. Heta niha 52% ji wan, karên ciddî ji bo kêmkirina derdana gaza germ kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst