Wezîrê Derve yê Swêdê: Di demokrasiya Tirkiyê de pirsgirêk hene

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom ragihand ku di demokrasiya Tirkiyê de pirsgirêk hene û ev mijar ji aliyê rêxistinên mafên mirov ve tê şopandin.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom, berî serdana Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson a bo Enqerê derbarê Tirkiyê de ji medyaya welatê xwe re axivî.

Tobias Billstrom got: “Li Tirkyê hilbijartinên azad tên kirin. Hikûmeteke ku bi hilbijartinê hatiye ser kar heye. Ji bo wê jî li Tirkiyê krîterên demokrasiyê hene. Lê ji aliyê din ve demokrasiyeke ku gelek pirsgirêkên wê hene heye û ev mijar ji aliyê rêxistinên mafên mirov ve tên şopandin û nirxandin.”

Tobias Billstrom li ser rêkeftina ligel Tirkiyê ya derbarê endamtiya NATOyê de jî got: “Mijara herî girîng endamtiya NATOyê ye. Ez wiha difikirim ku dê hevdîtin erênî bin. Hikûmeta me wek hikûmeta pêştir di nav parlamentoyê de lihevkirinek nekir. Ew jî wiha dike ku hevdîtin rasterast bên kirin.”

Pêştir jî Billstrom eşkere kiribû ku hikûmeta nû ya Swêdê hemû piştevaniyên xwe yên bê merc ji bo YPG û PYD radiwestîne ku Tirkiyê dilgiran dike.

Billstrom gotibû: “PKK di lîsta terorê ya Yekîtiya Ewropa de û YPG û PYD peywendiyeke bihêz ligel PKKê heye. Ji ber vê yekê ji bo me girîng e ku ti pêwenidyeke me ya nezelal ligel wan du rêxistinan nemîne. Pêwîstiya Swêdê bi pêwendiyeke baş ligel Tirkiyê.”

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 7ê Mijdarê serdana Tirkiyê dike.

Serokayetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê ragihand, Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson 7-8ê Mijdarê serdana Tirkiye dike û 8ê Mijdarê roja Sêşemê di hevdîtinên fermi de li Enqerê dê peywendiyên Tirkiyê û Swêdê bi berfirehî bên gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtînê de, dê rêkeftina sêalî ya derbarê endamtiya NATOyê de, peywendiyên Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê û mijarên herêmî û cîhanî bên gotûbêjkirin.