Kamala Harris dibe yekem jin a cîgira serokê Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku berbijerê Demokrata di hilbijartina serokatiya Amerîkayê de Jeo Biden li gor encamên ne fermî weke serokê nû yî wî welatî hate hilbijartin, Kamala Harris jî weke cîgira wî di dîroka Amerîkayê de dibe yekem jin a cîgira serokê Amerîkayê.

Li gor amarên ne fermî Jeo Biden dibe serokê nû yê Amerîkayê û Kamala Harris dibe cîgira wî.

Ev di dîroka Amerîkayê de dibe yekem car jinek dibe cîgira serokê wî welatî.

Kamala Harris

Navê wê Kamala Devi Harris e û sala 1964 li California ji dayik bûye.

Endama Partiya Demokrat e û 2011-2017 dozgera giştî ya California bû.

2017 bû endama Encûmena Pîran û  11yê Tebaxê weke berbijêra cîgirê serokê Amerîkayê hate diyarkirin.

Daxwaza çaksaziyê dike di sîstema tendirustiyê de û piştgiriya dayîna hemwelatiyê dike ji bo koçberan

Yekemîn reşpêste, yekemîn Asyayî-Amerîkî ye ku dibe cîgira serokê Amerîkayê.