Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Amerîkayê ragihand ku Joe Biden bû 46mîn Serokê Wilayetên Yekgirtiyên Amerîkayê.
Li gor nûçeyên ajansên Amerîkayê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de berbijêrê Demokratan Joe Biden serkevt û dibe serokê nû yê Amerîkayê.
Hejmartina dengê wilayetên Nevada, Arizona, Carolina ya Bakûr û Georgiayê berdewam e, lê hejmartina li Pennsylvaniayê qediyaye.
CNN û Associated Pressê ragihandin ku Joe Biden li wilatiya Pensilvanyayê bi serket û hejmara kursiyên bo 284an zêde bû, li hember 214 kursiyên berbijerê Komariyan Donald Trump.
Li gor amaran Biden %49,6 ê dengan li wilayetê bidest xistiye bi wê encamê Berbijerên Demokratan Joe Biden dibe 46mîn serokê Amerîka û dawî li desthilata Donald Trump tîne.
Jeo Biden kî ye
Navê wî Joseph Robinette Biden e û Endamê Partiya Demokrat e.
Sala 1942 li Pennsylvania jidayik bû û bawername di yasayê de wergirtiye.
- 1973-2009 senator bû û 1987-1995 serokê Komîteya Dadê bû li Encûmena Pîran.
8 salan cîgirê serokê Amerîka bû û ji sala 2009 heta sala 2017 cîgirê serokê Amerîka bû.
Piştgiriya şerê 2003 yê Iraqê kir û berpirsê dosyeya Iraqê bû di Rêvebeirya Obama de
Di hezîrana 2020 bû berbijêrê Demokratan 11yê Tebaxa 2020 Kamala Harris weke cîgira xwe diyar kir.
Biden zewicî ye û 3 zarokên wî hene
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse