Komarî 60 milyon dolar ji bo şerê yasayî yê li hember Biden kom dikin

07-11-2020
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Komarî Demokrat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên agahdar ên ji nav Partiya Komarî ya Amerîkayê aşkere dikin, ew partî dixwaze bi qasî 60 milyon dolar kom bike ji bo şerê yasayî yê li hember Demokratan.

Kampeynên Donald Trump heta niha zîncîreyek skalayên yasayî li ser hilbijartinên serokatiya Amerîkayê tomar kirine, skala li ser çend wîlayetên ciyawaz in û ew wîlayet in ku destpêkê Trump li pêş bû, lê bi cudakirina dengan Biden pêş ket û nêzîk bû li Koşka Spî.

Komekbexşekî Komarî ji ajansa Reutersê re ragihand, Komariyan daxwaza 60 milyon dolar ji komekbexşên alîgirên partiya xwe kirine, ji bo zêdekirina skalayan û berdewambûna li ser cenga yasayî.

Heta niha encam pêşkeftina Joe Biden di hilbijartinan de derdixin û Biden 264 kursî misoger kirine û Trump jî heta niha 214 kursî bidest xistine. Ji bo serokatiyê jî pêwîstî bi 270 kursiyan e.

Hinek çavkaniyên din ên di nav Partiya Komarî aşkere kirine, ew partî xwe ji bo cengeke yasayî ya dijwar û dirêj amade dike û pêwîstî bi 100 milyon dolar heye ji bo paredarkirina wan kampeynên yasayî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst