Hejmarek senator derbarê agirbesta Tirkiyê de nameyekê didin Pompeo

‎Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek senatorên Amerîkî ser bi herdu partiyên Komarî û Demokratan derbarê Rojavayê Kurdistanê ‎û agirbesta navbera Amerîka û Tirkiyê de nameyekê didin Wezîrê Derve yê welatê xwe û daxwaz dikin ‎Tirkiye bê cezakirin, eger pabendê agirbestê nebe.‎

Hejmarek senatorên Amerîkî di nav de Senatorê Komariyan Lindsey Graham û Senatorê Demokratan ‎Chris Von Hollen derbarê agirbesta navbera Amerîka û Tirkiyê de bo Sûriyê nameyekê didin îdareya ‎Donald Trump.‎

Di nameyê de, senatorên Komarî û Demokratan daxwazê ji Wezareta Derve ya Amerîkayê dikin, ‎derbarê binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li Sûriyê lêkolîn were kirin û eger pabendê ‎rêkeftinê nebe Tirkiyê ceza bikin.‎

Ji bilî Lindsey Graham û Chris Von Hollen  ji senatorên Komariyan Marsha Blackburn û ji senatorên Demokratan Richard Blumenthal û Jean Shaheen nameya navborî îmze kirine.

Nehatiye zanîn ku name kengê hatiye nivîsandin, lê balkêş e ku piştî misogerbûna hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a 13ê Mijdarê, navê ji aliyê Chris Von Hollen  li ser medyaya civakî hat belavkirin.