Trump: Encamên hilbijartinê serkeftineke mezin e

07-11-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hilbijartin Donald Trump
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump di nirxandina xwe ya ewil a li ser encamên hilbijartinên navberê yên Kongreyê de got, "serkeftineke mezin e."

 

Li Amerîkayê di hilbijartina navberê ya ku wê Kongreyê ji nû va ava bike de li gor encamên nefermî di Meclisa Nûneran de Demokratan ji Komarparêzan zêdetir deng hilda.


Li Amerîkayê hilbijêr ji bo 35 sendeliyên Senatoyê û tevahiya 435 sendeliyên Meclîsa Nûneran çûn ser sindoqan.


Medyayên Amerîkayê ragihandine, demokratan zêdetir ji 218 kursiyên Encûmena Nûneran bi dest xistine, pêşbînî jî tê kirin ku hejmara kursiyên wan bigihe 229 kursiyan, li hember jî komariyan 206 kursî bi dest xistine. Hejmara giştî ya kursiyên Encûmena Nûneran a Amerîkayê 435 kursî ye.


Serokê Amerîkayê Trump der heqê hilbijartinên Kongreyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Twitterê  daxuyanî da.


Digel ku piraniya Senatoyê di destê Komariyan da ye, li gorî nûçeyên ewil ên çapemeniya Amerîkayê di Meclisa Nûneran da Demokratan piranî bi dest xist. Lêbelê Trump ligel vê yekê encamên hilbijartinê ji aliyê xwe va wekî serkeftin dît.


Serokê Amerîkayê Donald Trump wiha got: "Serkeftineke mezin e. Ez sipasiya we hemûyan dikim."


Trump dema dest bi peywirê kir, li Kongreyê ku ji sê lingên hêza li Waşîntonê jê hêzek e, piranî di destê Komariyan de bû. Heger piranî bikeve destê Demokratan, di mijarên ku pêwîstiya Trump bi Kongreyê hebe de dê hêza Trump sînordar be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst