Mişel Temo li Almanyayê hat bibîranîn

07-10-2024
RÛDAW
Mişel Temo li Almanyayê hat bibîranîn / Wêne: Ji dîmenan
Mişel Temo li Almanyayê hat bibîranîn / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Mişel Temo Bîranîn Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mişel Temo li bajarê Wolfsburgê yê Almanyayê hat bibîranîn.

Şepêla Pêşerojê ya Kurd a Sûriyeyê û revenda Kurdistanî, li bajarê Wolfsburgê yê Almanyayê Mişel Temo bi çalakiyekê bi bîr anî.

Siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên ji her çar perçeyên Kurdistanê li çalakiyê amade bûn.

Mişel Temo sala 1957an li baharê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Mişel Temo beşa endaziyariya çandiniyê qedandiye.

Di salên 90î de dest bi karê siyasî kiriye û sala 2005an Şepêla Pêşerojê ya Kurd a Sûriyeyê damezirandiye.

Mişel Temo gelek caran ji aliyê îstaxbarata hikûmeta Sûriyeyê ve hatibû girtin.

Serokê Şepêla Pêşerojê 7ê Çiriya Pêşîn a 2011an li bajarê Qamişloyê ji aliyê komeke nenaskirî ve hat kuştin.

Di heman bûyera kuştina Mişel Temo de, kurê wî Marsêl Temo û Serkirdeya Şepêla Pêşerojê Zahîde Reşkêlo jî bi giranî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst