Serokwezîrê berê eşkere kir: Kê xwest Îtalya Ocalan bide Tirkiyeyê?

4 demjimêr berê
Nîşan Ocalan Îtalya Tirkiye Massimo D’Alema
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D’Alema got, “Bill Clinton telefonî min kir û got ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê.’”

Massimo D’Alemayê ku dema Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan hat girtin serokwezîrê Îtalyayê bû ji Medya Haberê re axivî.

Massimo D’Alema da zanîn ku serokê wê demê yê Amerîkayê Bill Clinton telefonî wî kiriye û gotiye, “Ocalan bidin Tirkiyeyê.”

“Clinton got, ‘Divê hûn Ocalan bidin Tirkiyeyê’”

Massimo D’Alema diyar kir ku wan nikarîbû vê xwesteka Amerîkayê red bikin û li pey çû:

“Erê, Serok Clinton ev got. Me jî bersiv da û me got ‘Na’.

Bawer bikin qet ne hêsan e ku hûn tifaqê bi Amerîkayê re bikin û jê re bêjin ‘Na’.

Dema wan got, ‘Divê hûn Ocalan bidin Tirkiyeyê’ li nava Îtalyayê gelek rojnameger, lîderên siyasî û gelek kes rabûn û wan got, ‘Erê, divê em daxwaza Amerîkayê bînin cih.’”

“Ocalan bi biryar e lê hikûmeta Tirkan ne amade bû”

Massimo D’Alema diyar kir, “Amerîka tim piştgiriyê dide Tirkiyeyê” û pê de çû:

“Ez dizanim ku Ocalan li ser çareseriyeke aştiyane bi biryar e lê hikûmeta Tirkan ji bo qebûlkirina vê pêvajoyê ne amade bû.

Divê ji bîra me neçe ku Amerîka piştgiriyê dide hikûmeta Tirkan.

Her çi qasî ez raman û niyeta Ocalan teqdîr bikim jî di wê konjunktura heyî de zemîna vê yekê nebû.”

“Ocalan dikare bibe xwediyê rola sereke”

Serokwezîrê berê yê Îtalyayê li ser tecrîda li ser Ocalan jî wiha axivî:

“Helbet ew miameleya nemirovî ya li hemberî Ocalan ji aliyê me ve nayê qebûlkirin çimkî em rêzê li mafên mirovan digirin.

Ez dixwazim balê bikişînim ser vê xalê ku Ocalan dikare di navbera gelê Kurd û hikûmeta Tirkiyeyê de roleke sereke bigerîne.”

“Divê Erdogan yekser Ocalan berde”

Massimo D’Alema destnîşan kir ku divê mafên Kurdan werin dayîn û wilo got:

“Divê Erdogan yekser Ocalan berde. Min ti demê zîhniyeta nijadperesetên Tirk fêhm nekiriye.

Pirsa Kurdan wiha nayê çerserkirin, divê mafên wan bên dayîn û dê bi dayîna mafên wan re were çareserkirin.

Ez 25 sal berê jî wisa difikirîm û ev fikra min a vêga ye jî.”

Ocalan, Sibata 1999an li Nairobiya paytexta Kenyayê hat girtin û ji wê demê ve li Girava Îmraliyê girtî ye.

Ocalan ji ber zextên Tirkiyeyê naçar mabû ku 9ê Çiriya Pêşîn a 1998an ji Sûriyeyê derkeve.

Berê çûbû Rûsyayê û paşê derbasî Îtalyayê bûbû.

Îtalyayê nexwestibû ku wî radestî Tirkiyeyê bike lê bi rêya dîplomasiyê ew mecbûr hiştibû ku ji welatên wan derkeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst