Seroka Gagavuziayê: Aştî ji bo hemû cihanê pêwîst e

6 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Serokê Herêma Xweser ya Gagavuziyayê Evghenia Gutulê  ji Rûdawê re axivî / Wêne: Rûdaw
Serokê Herêma Xweser ya Gagavuziyayê Evghenia Gutulê ji Rûdawê re axivî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Gagavuzia Evghenia Gutul Aştî Rûsya Ukrayna
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Seroka Herêma Xweser a Gagavuziyayê Evghenia Gutulê ragihand ku şer roj bi roj geştir dibe lê aştî ji bo hemû cihanê pêwîst e.

Serokê Herêma Xweser ya Gagavuziyayê ya Moldovayê Evghenia Gutulê derbarê şerê Rusya û Ukraynayê ji Rûdawê re axivî.

Evghenia Gutulê hewlên yên Tirkiyeyê yên ji bo rawestandina şerê Rusya û Ukraynayê girîng nirxandin û got, “Em dizanin ku Erdogan dê ji bo aştiyê zêdetir kar bike.”

“Pêwîstî bi polîtîka û rêyên nû heye”

Evghenia Gutulê li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê Şevket Herkî wiha got:

“Hûn helwesta me dizanin. Ji destpêkê heta niha wekî birêz Erdogan jî dibêje em dixwazin li hemû cihanê aştî hebe.

Pêwîstî bi polîtîka û rêyên nû heye, pêwîst e serokên Rusya û Ukraynayê dest bi gotûbêjan bikin.

Pêwîst e bi rêya diyalogê dawî li vî şerî bînin. Aştî ji bo hemû cihanê pêwîst e.

Ne tenê ji bo Rusya û Ukraynayê, ji bo şerê li Îsraîlê, yê li Suriyeyê yê li Libnanê jî pêwîst e.

Lê şer roj bi roj geştir dibe. Pêwîst e pêşî li vê rewşê bê girtin.

Pêwîst e serokên wan welatan erkê xwe bi cih bînin. Çawa em dibînin ku birêz Erdogan hewl dide pêwîst e hemû alî ji bo aştiya cihanê hewl bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst