Amerîkayê siza li ser 2 wezîr û 5 berpirsên emnî yên Îranê sepand

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ceza bi ser 7 berpirsên pilebilind ên Îranê de sepand ku destê wan di tundûtîjiyên li dijî xwepêşanderên beşdar di xwepêşandanên ji bo protestokirina kuştina Jîna Emînî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hebûye

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku wan ceza li ser ser Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî, Wezîrê Peywendiyan Îsa Zerihpûr û 5 berpirsên din ên pilebilind ên Îranê de sepandine.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê derbarê sedema wan cezayan de jî ragihandiye ku wan berpirsan, xetên înternetê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê qut kirine û tundûtîjî li dijî xwepêşanderan bi kar anîne.

Cîgirê Wezîrê Xezîneya Amerîka Birayan Nelson dibêje, “Mafê hebûna azadiya raderbirînê, ji bo garantiya azadî û wekheviyê girîng e”.

Wî berpirsê Wezareta Xezîneya Amerîkayê herwiha got, “Amerîka hikûmeta Îranê şermezar dike ku xetên internetê li wî welatî qut kirine û bi tundûtîjî xwepêşandanên aştîxwaz serkût dike. Her ji ber vê jî Amerîka wan kesan dike armanc ku fermana wan karan dane û pişta wan girtine.”

Piştî kuştina Jîna Emînî, cezakirina berpirsên Îranî ji aliyê Amerîkayê ve ne tiştekî nû ye. Roja 22ê Îlona îsal jî Wezareta Xezîneya Amerîkayê “Polîse Exlaqê” yê Îranê ku weke “Geşta Erşad” tê naskirin, ceza kiribû.

Pênc berpirsên din ên hikûmeta Îranê ku Waşingtonê ceza li ser wan sepandine, berpirsên emnî ne û ew kes in: Cîgirê Fermandarê Operasyona Hêzên Cîbicîkarê Yasayê Husên Sacidîniya, Cîgirê Fermandarê Siyasî yê Supaya Pasdaran a Îranê Yedullah Cevanî, Serokê Polîsê Eelektronî yê Îranê Wehîd Mihemed Nasir Mecîd, ji fermandarên Supaya Pasdaran Hisên Necat û Berpirsê Polîsê Exlaqê li Tehranê Hisên Rehîmî.

Xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in û îro derbasî roja 21an bû. Li gor rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê, zêdetirî 150 kesan di xwepêşandanan de canê xwe ji dest dane.