YE îro rewşa penaber û koçberên Efxanistanê gotûbêj dike

07-10-2021
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropa Efxanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê îro dîdarekê derbarê rewşa penaber û koçberên Efxanistanê de saz dike.

Komîsyara Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Koçberan Ylva Johansson ragihandiye, Josep Borrell, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yakîtiya Ewropayê di dîdarê de amade dibe, ji bo ku awayê alîkarîkirina wan Efxanan gotûbêj bikin, ku di metirsiyê de ne.

Ylva Johansson herwiha daye xuyakirin ku hejmareke zêde ji xelkên Efxanistanê di metirsiyê de ne, ne tenê bi sedema wê yekê ku berê alîkariya hêzên welatên biyanî kirine, lê belê bi gotina wê, ji ber ku di dema salên bihorî de wan hewl daye “civakeke vekirî dirust bikin.”

Komîsyara Yeîktiya Ewropayê ji bo Karûbarên Koçberan behsa wê yekê jî kiriye, ku ew bi “erkên xwe yên exlaqî” dizanin, tevahiya wan kesan li Efxanistana serdema Talibanê biparêzin, bi taybetî jî keçan, ew jî bi rêya “xwendin, nûnerayetîkirin û pêdana bijarde û şikandina astengiyên li ber wan.”

Li aliyekê din, Netewên Yekbûyî derbarê xirabiya rewşa mirovî ya li Efxanistanê de hişyariyê dide. Li gor Rêxistina Parastina Zarokan a Netewên Yekbûyî, naskirî bi UNISEF, li Efxanistanê nîvê zarokên di jêr 5 salî re, rastî metirsiya bedxorakiyê tên.

Li gor Programa Xorakê ya Cîhanî, nêzîkî nîvê rûniştvanên Efxanistanê, wate zêdeyî 18 milyon kesan, pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî yên bilez hene.

Herwiha li gor daneyên Komîsyona Bilind a Karûbarên Penaberan a NY (UNHCR) jî, zêdeyî 2 milyon û 600 hezar penaberên Efxanistanê li welatên cîhanê hene ku piraniya wan li Pakistan û Efxanistanê ne, û hejmara wan zêdeyî 2 milyon û 200 hezar kesan e.

Zêdeyî 3 milyon û 500 hezar ji akinciyên Efxanistanê jî ji ber şer û aloziyên 20 salên derbasbûyî yên navbera Talibanê û hikûmeta berê ya Efxanistanê, di hundirê welat bixwe de aware bûne.

Programa Geşepêdanê ya Netewên Yekbûyî (UNDP) jî ragihandiye, niha %72 ji xelkê Efxanistanê di jêr xeta hejariyê de ne. Bi gotina UNDP, eger krîza siyasî û aborî li Efxanistanê neyê çareserkirin, rêjeya hejariyê li wî welatî bo %97 bilind dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst