Rojnamevanên Bê Sînor navê Şîfa Gerdî li dîrokê kola

07-10-2017
Zinar Şîno
Fransa
Fransa
Nîşan Rêxistina Peyanmêrên Bê Sînor Fransa Normandiya Şîfa Gerdî Bextiyar Hedad
A+ A-

Bayeux (Rûdaw) – Rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor bi hevkariya Mûzexaneya Normandiya ya Fransayê, navê Rêvebera Aoutputa Tora Madyaya Rûdawê Şîfa Gerdî û sê rojnamevanên din, li baxçeya mûzexaneyê li ser kevirê granît nivîsî.

 

 ji sala 1994ê ve, bi alîkariya şaredarî û rêveberiya Mûzexaneya Normandiyayê, li bajarê Bayeux a Fransayê, ji bo xelatkitkirina rojnamevanan festîvalekê saz dike. Di festîvala îsal de rêz ji bo du rojnamevanên kurd hate girtin.

 

Navê rojnamevan û peyamnêrên ku di şer de canê xwe ji dest dane, li ser kevirê granît tê kolandin û di baxçeya mûzexaneyê de tê danan. Îsal jî navê rojnamevana diyar a Rûdawê Şîfa Gerdî û wergêr û rênîşanderê medyaya frensî Bextiyar Hedad, di nav de ne.

 

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor Christopher Deloire di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Ji bo rêzgirtina li hember wan rojnamevanan ev yek pir giring e. Hevkar û malbatên wan tên vexwendin. Ev rêyeke ku em pabendbûna xwe ya ji bo parastina rojnamevanan tekez bikin. Lewma, hem rêzgirtina ji bo hevkar û malbatên wan û hem jî rêyeke, ku em silametiya rojnamevanan biparêzin.”

 

Nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê hevkar û piştgirê vê destpêşxeriyê bû ji bo tomarkirina navê Şîfa Gerdî û Bextiyar Hedad.

 

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemêrî di vê derbarê de got: “Min weke erk zanî, ku di vê merasîmê de amade bim, ku taybetî navê rojnamevanên mezin ên weke Şîfa Gerdî û Bextiyar Hedad di nav de ne. Ev rêzgirtin jî nîşan dide ku kurdan herdem qurbanî dane, ne tenê pêşmerge, rojnamevanên kurd jî canê xwe ji dest dane. Yekemîn jina rojnamevan a di şerê Iraqê de canê xwe ji dest da Şîfa Gerdî bû.”

 

Ji malbata Şîfa Gerdî ti kesek nekarî amade bibe lê hevkarên wê yên Rûdawê di festîvalê de beşdar bûn.

 

Herwiha birayê Bextiyar Hedad, Kawa Hedad jî di festîvalê de amade bû û got: “Her çend Bextiyar ji Hewlêrê ye, lê li vir li Fransayê gelek giringî dane wî.”

 

Rojnamevanên kurd, di gel pêşvebirina medya kurdî, herweke hevkarên xwe yên cîhanî, di salên borî de li gelek devberan bûne qurbanî.

 

Dema Şehîd Şîfa Gerdî biryar da karê rojnamevanî û medyayî bike, dixwest bi rêya alavên li ber destê xwe rastiya ji gelê xwe re rave bike û vebêje. Herwiha, rastiya civaka xwe jî bi raya giştî ya cîhanê bide nasîn. Niha êdî dê navê Şîfa Gerdî heta hetayê li Mûxezaneya Normandiyayê bimîne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst