Pêşkeşkara rûsî: Keşûhewa baş e bo bombebarankirina Sûriyê

07-10-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Pêşkeşkara televîzyoneke Rûsyayê ya seqayê bi awayekî zindî behsa keşûhewaya Sûriyê kir û got, rewşa keşûhewayê bo bombebarana Sûriyê baş e.

Hêzên asmanî yên Rûsyayê niha li Sûriyê bi cih bûne û rojane bi tundî li cih û baregehên girûpên dijbereyê û DAIŞê didin.

Pêşkeşkara rûsî derbarê rewşa asmanê Sûriyê de wiha dibêje: “Dinya li wir ewir dibe, ew keşûhewa bandora xwe li ser operasyonên welatê me nakin.”

Wê pêşkeşkarê tenê behsa rewşa hewayê nekir, lê belê behsa bombebarankirina balafirên Rûsya li ser Sûriyê kir û wiha domand: “Niha baştirîn dem e bo cihbicihkirina operasyonên Rûsyayê li ser Sûriyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst