Amerîkayê ji ber serjêkirina leşkeran 364 milyon dolar ceza li Sûriyeyê birî

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Byron Fouty Alex Jimenez Amerîka Hikûmeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke federal a Amerîkayê ji ber ku rola wê di şkencekirin û serjêkirina 2 leşkerên Amerîkayê de hebûye 364 milyon dolar ceza li Hikûmeta Sûriyeyê birî.

Leşkerên Amerîkayê yên bi navên Byron Fouty (19) û Alex Jimenez (25) 12ê Gulana 2007an li xaleke çavdêriyê ya leşkerên Amerîkayê ya li gundê El Teqayê yê Bexdayê di êrişekê de hatibûn girtin.

Li gorî qeydên dadgehê û raporên Stars and Stripesê, leşkerên Amerîkayê bi awayekî hovane ji aliyê çekdarên ku Hikûmeta Sûriyeyê piştgiriya wan dikirin ve hatine şkencekirin û serjêkirin.

Doz 2018an hatibû vekirin

Malbatên leşkeran, bi rêya parêzer Ron Jenkins, di sala 2018an de li dijî Hikûmeta Sûriyeyê doz vekiribû.

Di gilînameyê de hate gotin ku piştgiriya Hikûmeta Sûriyeyê hişt ku DAIŞ Byron Fouty û Alex Jimenez birevîne, şkence li wan bike û wan bikuje.

Di biryareke tîrmehê de, Dadwer Walton diyar kir ku "Rêxistina Terorê ya Zerqawî" ku piştre bû Dewleta Îslamî ya Îraqê, perwerde, fînanse û cûreyên din ên piştgiriya madî ji Sûriyeyê wergirtiye.

Ev alîkarî parçeyeke ji hewldanên mezin ên koordîne yên Hikûmeta Sûriyeyê bû ku leşkerên Amerêkayê yên li Îraqê bikin armanc.

Hikûmeta Sûriyeyê ji dozê hatiye agahdarkirin

Tevî ku Hikûmeta Sûriyeyê ji dozê hatiye agahdarkirin jî ne derket pêş dadgehî ne jî bersiva tawanan da.

Her wiha parêzer Ron Jenkins diyar kir ku dê Hikûmeta Sûriyeyê bi fermî ji biryara dadgehê were agahdarkirin.

Ji bo cîbicîkirina biryarê, dibe ku Amerîka samanên Sûriyeyê yên di bin desthilata xwe de bicemidîne an jî malên Sûriyeyê yên li derve bişopîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst