Li Almanyayê pirsgirêka karmendan: Partiyek ji bo koçberan daxwaza zêdekirina derfetan dike

17 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Hejmarek koçberên ku gihîştine Almanyayê/Wêne: Arşîv
Hejmarek koçberên ku gihîştine Almanyayê/Wêne: Arşîv
Nîşan Almanya Koçber Xebat Aleksandr Lukaşenko
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Keskan a Almanyayê ku beşeke hikûmetê ye, ji bo kesên ku li Almanyayê serlêdana rûniştinê kirine, bêhtir hêsankariyê dixwazin.

Partiya Keskan diyar kir ku divê mafê xebatê zûtir û hêsantir were dayîn.

Hevseroka fraksiyona Keskan a Parlamentoya Ewropayê Katarina Druge yek ji wan kesan e ku li ser navê Keskan planeke ku ji 15 xalan pêk tê ji bo hêsankirina karên koçberan ragihand.

Katarina Druge destnîşan kir ku ji şofêrên otobûsan heta endazyaran û hemşîreyan li her derê Almanyayê kêmbûna karmendên pispor heye.

Li gorî Katarina Druge, tenê bi vî awayî koçberekî ku çûye Almanyayê û li wir jiyaye divê karibe bixebite.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Almanya di nîvê yekem a îsal de vîzeya kar daye 80 hezar kesan ku nîvê wan kesên pispor bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst